Batkî û Ekîba Xwe Ji Bo Çi Civiyane?

Gelo Mûrad Batkî û ekîba xwe ji bo çi li dora vê maseyê civiyane?

1: Hêdî hêdî ji xwe re mirîdan çêdike da ku rêxistineke ne pir fahş û ne pir cahş ava bike.

2: Ji bo biratiya kurd û tirkan zexmtir û xurtir bike hewl didin.

3:
Ji bo navê sîtkoma xwe ya bi navê “cîran cîran” ku di TRT6 ê de diweşe biguhere û bike “cîran cîran xwedê min neke cîranê wan û min nexe pirika wan”

4:
Pere û kariyerê hemû nirx li ber çavê wî reş kirine, lewma jî hewl dide ku bi dek û dolab û bi fen û fût her çar lingên kursiya kordînatorê giştî yê TRT6 ê Fethullah Kirşan bişkîne û li dewsa kursiya wî merşekê deyne û çarmêlkî li ser rûnê.

5: Dilê wî heye di hilbijartinên şaredariyê de bibe namzetê seroktiya şaredariya Amedê, lewma jî hêz û piştgiriyê ji ekîbê dixwaze.

6:
Di navbera paşeroj û pêşerojê de asê maye, lewma jî ro lê bûye şev, şev jî lê bûye ro. Ekîb kom kiriye da ku bi ser hişê xwe ve were.

7:
Ji hevbajariyê xwe Mahsûn Kirmizigul sûd wergirtiye, lewma jî bang ekîbê kiriye da ku li ser cahşên nûjen filîmekî çêbike.

Kî pirsa me rast bibersivîne, wê Stand Upê hin kurdan Mûrat Batkî belaş ji wan re henekan bike. Lê hûn ê pê bikenin an nekenin, em ne kefîl in…

About The Author