XÎBETÊN BAJARÊN WANÊ

Me berî nIha ji rewşa erdheja bajarê Wanê hûn xweNdekarên Lotikxanê  agahdar kiribûn.

Ez îro seet  4 ê paşnîvro çûm seredana” bajare xîbeta” ser rêya Îskelê. Min bi çend kesên ku di xîbetan de dimînin re kurte axaftinek kir.

Zekî Sûrûcû ê  65 salî bi heşt neferan re di xîbetekê de diman. Zekî weha digot: “Rewşa me  xirab e, kes xwedî li kesî nake xudan. Hema herkesek li berê xwe ye. Herkesek bi tenê li xwe difikire , çi bê serê cîran, dost û hevalê wî ne xema wî ye. Tu dibînî em heşt kes di binê vê xîbetê de dimînin. Vê keça min mêrê xwe berdaye û bi du zarowên xwe ve li gel/cem me dimîne. Xanîyê wê gelek xisar dîye, me kir û nekir ne çadir danê, ne jî konteiner. Rayedar dibêjin: “Ew keça te ye û li cem te dimîne.” Keça min ji ber ku çadir peyda nekir hat cem min. Herkes dizane qasî hewcebû çadir hatin, hinek kesan hîç muhtacîya wan pê tunebû jî ji xwe re standin. Yên wek keça min jî bê çadir man. Herkes dibêje: 17 TIR çadir hatine beledîyê, çi bi wan çadiran hat kes pê nizane” û gilî û gazind dikirin.

Niha jî biryar hatiye standin wê ew xîbet bajar  heta 15 ê Sibatê  rabin ( Ev jî dîyarîya dewletê ya roja dilketîyane ji bo xelkê belingaz ). Yên xanîyên wan xisar nedîtî û yên kêm xisar dîtî wê bikevin xanîyên xwe, yên newêrin bikevin xanîyan jî  wê xîbetên xwe li derîyê mala xwe vedin. Heta niha lêre xwarin û komir didan xelkê, lê roja duşemîyê şûn de wê hemî alîkarî ji ser wan bên qutkirin.

Yên xanîyên wan hilweşîyayî û yên pir xisar dîtî hemî çûne  konteineran. Ewê arîkarîya erzaq bistînin. Lê halê yên wek Zekî wê gelek xirab bibe. Ji alîyê din kesên defredoz/ kêysparêz /firsetçî yên têkilîyên wan yên xweş bi partîyan û dewletê re heyî ku  xanîyên wan qet xisar nedîne û li xanîyê xwe de dimînin, çadir û konteiner jî standine.

 Ew celep kesane di xanî de alîkarîya komirê, di konteiner de hefteyê  bihayê 150 lîreyî erzaq distînn û paşê tên xwarin û vexwarina xwe jî li çadirê ji kîsê dewletê dixwin.

Bi kurt û Kurmancî;  vê erdhejê mala kesên durust û belingaz perîşan kir û bi kêrî kesên defredoz, diz, hîz û bênamûsan hat.

 Vê gavê rewş weha ye.  Ma em çi bibêjin, xwedê alîkarê perîşanên erdhejê be.

Wan

 

About The Author