P. Kemal
Here MÎT, were MÎT, Kurdan dîsa bi xwe de rît
Devliken Kelogirî
Seadetê
B. Ronahî
DIBE POLÎS
L. Şêxo
Xort û qirawat
A. Dûran
WÊ BIDIN BER KEVIRAN…
B. Qendilê
Te Mûsilê kir tirr îcar dora Hewlêrê ye
R. Kal
DU TIŞTÊ KURDAN PIR MEZIN IN
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Heke em nebin yek, emê herin yek bi yek
ARŞÎV | TÊKILÎ

Nêromêya Jîr


Devliken Kelogirî

Rojekê yek nêromê li ber sikratê ye, hindik maye ruh jê here.
Axûwaxa wê ye, di nav nivînan de bi vir de û wê de xwe diqulipîne.
Nîvê şevê dê ji ber eş û şewatê nema dike der û çavên wê bêyî vîna wê diherin ser hev.

Ji nişka ve bêhneke xerîb hundurê odê dîl digre.
Ezraîl, di wê tarîya şeva bêdeng de di şibakeya xênî re dikeve hundur. Bi ketina wî ya hundur re bêhna mirinê pêl bi pêl li hev diqulipe. Ew bêhn hêdî hêdî ber bi firnikên nêromêyê ve diherike. Dema ku wê bêhnê dikşîne hundurê xwe, bêhemdî wê çavên wê ji ser hev diherin û mîna du lonkizan şewq ji wan dihere.
Ezraîl di bin simbêla de tiqetiqa wî ye dikene û hêdî hêdî nêzîkî wê dibe.
Serê herdu alîyên simbêlê wî hinekirî û bi awayekî aheng li hev badayî ne.
Ya nêromê ewil bi hatina mêrekî kêf dike. Ji kêfa dilê wê di qûna wê de dike gupegup û davê. Lotikên rojên wê yên borî wek şirîda rêzefîlmekî li ber çavên we re derbas dibe. Ew lotikên wê yên kerkî, bergîrkî û qantirkî…
Lê bi bêhna mirinê zû bi ser hişê xwe ve tê.
Xwêdaneke sar bedena wê dîl digre. Ji xofa wê bêhnê canê wê weke pelên çilo dilerize.
Ezraîl herdu destên xwe ber bi wê ve vedike û bang wê dike.
Ezraîl: Ka bi rehetî, bê pevçûn ruhê xwe teslîmî min bike. Bila belasebeb xwîn nerje.
Dema peyva xwînê ji nav lêvên Ezraîl dipeke, nêromêka me li tirpana nav milê Ezraîl dinêre.
Nêromê: Bibore, weke prensîb ji bilî hevcinsên xwe ez ruhê xwe teslîmî tu kesî nakim.
Ezraîl şaş û matmayî li wê dinêre, li gotinên wê difikire û serê xwe bi awayekî neyînî kil dike.
Ezraîl: Bibore, xizmeteke me yî wiha tune ye. Nêr an mê ji bo me ferq nake. Bi çermik bê çermik kî bi ber me keve em jê napirsin û dibin.
Nêromê dilê xwe bi xwe dişewitîne û dibêje: Li vê dinyaya gewrik tenê hesreta min ew bû ku ez jî pir hindik sûdekê ji demokrasîyê bistînim, lê mixabin berî ku ez ekla demokrasîyê hilînim dikim ji vê dinyayê koç bikim û herim. Hey min li vê dinyayê ev jehrpêketa demokrasîyê tahm nekir, balo hûn piçekî demokrat bin û qeydeyên demokrasîyê pêk bînin wîî! Ma qey ez tiştekî pir dixwazim. Ji xwe berî mirinê daxwaza herkesî jê nayê pirsîn? Daxwaza min a dawîn jî ev e.
Ezraîl dikeve nav fikaran û her çiqas bêyî dilê wî be jî serê xwe bi awayekî erênî kil dike û daxwaza wê qebûl dike. Kejika stûyê xwe dixwirîne û çawa ketibû hundur, wisa jî xwe li şibakeya xênî diqewimîne û di nav tarîya şevê de wenda dibe.
Nêromêya me di nav wê êş û şewatê de dibişire, hêvîyên vejînê dilê wê dadigre û bi kêfxweşî xwe li hestên germik û nermik diqewimîne û di nav wan hestan de dest bi avjenîyê dike. Bi wan hastên dilşad, xeweke sivik digre ser çavên wê û radikeve…
Piştî çûna Ezraîl bi saetekê reşeke din li nig wê disekine. Heman bêhn dîsa seranserî odê dîl digre. Dema ew bêhn xwe li hundurê firnikan diqewimîne, rûyê wê qermoçekî dibe, mahdê wê nexweş dibe û çavên wê ji xew vedibin. Bi vekirina çavan re li reşê nig xwe hayîl dibe. Lê vê carê ya li nig wê sekinîye ne mêr, jin e.
Dibe tiqetiqa Ezraîla mê û herdu destên xwe ber bi wê ve vedike û bang wê dike.
Ezraîla Mê: Te go ez dikim wê jehrpêketa demokrasîyê tahm nekim û ji vê dinyayê koç bikim, dilê me bi te şewitî, lewma jî me xwest em li gor şert û mercên demokrasîyê bi te re tev bigerin da ku ew kul bi te re nere.
Nêromê: Bibore, ez ne jin im jî, lewma weke prensîb nikarim ruhê xwe teslîmî te jî bikim. Hevcinsên xwe dixwazim.
Ezraîla Mê: Hiihh! Te go ez ne mêr im, me fêhm kir. Nuha jî tu dibêjî ez ne jin im…
Nêromê: Mixabin, ez ne mêr û ne jî jin im. Ez ji ewên nermik û germik im, yanî cinsê sêyem…
Ezraîla Mê: Bibore, îcar ew çî ye. Cara yekem e ku dibihîzim.
Nêromê: Ew mêrên kêm hêz û kêm qawet ku xwedî hestên germik û nermik in û terikên xwe di ber de jêdikin û didin lotikan. Ez ji wan im, te fêhm kir?
Ezraîla Mê: Waa! Bêlome be! Îcar ev çi sosret e? Bibore, em hîna ewqasî nûjen û hemdem nebûne. Li qatê ku em lê dijîn tenê nêr û mê hene, cinsê sêyem tune.
Nêromê: Naxwe, tu jî destvala hatî û tu yê destvala jî vegerî.
Ezraîla Mê: Çima?
Nêromê: Weke min gotibû, heta hevcinsên min neyên ez ruhê xwe teslîm nakim.
Ezraîla Mê: Ê hîna hevcinsên te di nav nifşên me de çênebûne, em ê çi xwelîyê li sere xwe kin?
Nêromê: Ecela min tune. Vegere qatê xwe, kengî di nav we de jî cinsê sêyemîn derket, bişînin pey min, heke wê çaxê jî ez nehatim, bi incika pore min bigrin û min bi xwêr re bikişkişînin heta ku cîyê hûn ê min bibinê…
Ezraîla mê şaş û matmayî li nexweşa nav nivînan dinêre, dibe niçeniça wê û kejika stûyê xwe dixwirîne û ji bo çûna qatê xwe, berê xwe bi şibakeyê vedike û xwe li tarîyê diqewimîne.

Tê gotin ji ber ku hîna jî di nav nifşê Ezraîl de hevcinsên sêyem çênebûne, nêromêya me bi kêfxweşî lotikan davêje…

Comments are closed.