NEWROZ

 Newroz pîroz be,hûn nekin kînê

Rojê bi doz kin, ji boyî jînê

Newroz pîroz kin, rojê bi doz kin

Deynin ser ziman,bi şekir-lozkin

Li heyf negerin, ji doz megerin

Win astîxwaz bin, ji maf megerin

Bo hûn serbilind,ew serî xwar in

Da gel fêm bike, ew çi barbar in

Ya rast biparêz,heta ji te bê

Aştî biparêz, heta ku hebê

Heq biparêze, heta yek gepê

Da gel zanibe, ew zehamar in

Lêde daholê, deng here her der

Lêde bi maqam, da neçe ji ser

Tu bide zanîn, tu bêje bi ger

Da gel zanibe, çi viroker in

Hûn nekin kînê, em ne kîndar in

Ji bo serefê, em pir bi navdar in

Bo xwîn rijînê, em nefretkar in

Ji bo yekîtî, wek Newroz herin

Biner li cerxê, wek parçê başûr

Çek teqandibûn, gelekî pir dûr

Yekîtîya wan, nêzîk ne pir dûr

Wa ye sitandin, hûn wek wan herin

Newroz  pîroz be, li ser û serê

Agirê aşîtî, xuya li her derê

Teva dibêjin, ber dijmin herê

Li ser sê parça,hûn wek wan herin

Bo aşîtîyê, bi stran û saz im

Ezê bi serkevim, ez serfîraz im

Ger çenk sikestî, ez ne kîndar im

Ger jiyan rok be,dev jê negerim

                    27.03.91.

About The Author