Mrz 31, 2012

Monat: März 2012

1 eşkere bû, man 999

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Heke we xwendibe û bê bîra we, rojnamevan û nivîskar Avnî Ozgurel (ku wek zilamê MÎT ê jî tê binavkirin) berî demekê di derbarê girtinên endamên KCK de gotibû ku “hezar (1000) endamên MÎT ê di nava KCK de hene”.  Dîsa di çepemenîyê de hat nivîsandin ku di girtina ser mala Cengîz Kapmaz de (Berdevkê […]

Dîrok, çand û nasname

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Dîroka çandî ne dîrokeke gelemperî ye. Ji dîroka çandî re dîroka qronolojîk ne girîng e, ya girîng: Di dema herikandina vê dîrokê de; jîyanên borî,  guherîna hizr û ramanan, berfirehbûne zanist û teknolojîyê û binavgînîya vana guhertinên di jîyanê de ye. Bêjeya çandê bi latînî; ‘Culture’ ya bi maneya çandin û ber jê girtin û […]

DADAŞÊ BÊ PERWA

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Karmendekî  dewlemend, dadaşê Erziromê, rojekê gazî parêzerê  şirketa (pardarî)  xwe kir. Bi hev re xwarin û vexwarin û paşê  di nava daristanê de dest bi meşê kirin. Li ser rojevê suhbet dikirin. Mijara suhbeta wan hate ser Kurdan.  Dadaş got “ Bi ya min be ez yek ferdekî  Kurdan bernadim, hemûya bi kujim bela welat […]

Divê Karayilan bi Kalkan û Karasu dest pê bike…

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Şik û guman tê de tune, ziman nasnameya mirova ye, ziman hebûn û pêşeroja milletekî ye. Bi vê zanabûnê dewleta Tirk asîmîle kirina Kurda û neteweyê din kir stûna komara Tirk. Ji 1924 û heta niha dewleta Tirk zorî daye asîmîlekirina Kurda û kêmneteweyên li Tirkiyê. Di vê siyaseta dewleta Tirk de ji derveyî Kurdan, […]

Divê Karayilan Bi Kalkan û Karasu Destpêbike…

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Divê Karayilan Bi Kalkan û Karasu Destpêbike… Şik û guman tê de tune, ziman nasnameya mirova ye, ziman hebûn û pêşeroja milletekî ye. Bi vê zanabûnê dewleta Tirk asîmîle kirina Kurda û neteweyê din kir stûna komara Tirk. Ji 1924 û heta niha dewleta Tirk zorî daye asîmîlekirina Kurda û kêmneteweyên li Tirkiyê. Di vê […]

Dermanê „Bixwe û lêxe“ li cem Lotikxanê ye

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Li ser bextê zinêkar, fitne û fesad, qûnek û qûndeyên Iraqê be, dibêjin li başûrê Kurdistanê hevduberdan zêde bûye û êdî xêr û bereket di zewacê de nemaye. Li gora saloxdanên sîxurên me, dibêjin li başûrê Kurdistanê zewaca jin û mêr bûye wek lîztika zarokan, piştî zewacê bi çend mehan êdî fîşekên bûk û zavê xilas […]

Sitqî Zîlan lotikek li herdu serokan xist

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Nivîskar û parêzerê Kurd kekê me Sitqî Zîlan, hevpeyvînek germik û nermik bi AgendaKurd re kiriye û tirr ji meselê berdaye. Hem pirsên AgendaKurd pirsên maqûl, hem jî bersiva kekê me Zîlan bersivek maqûl e. Meselen di derbarê herdu serokan de (A.Ocalan û Kemal Bûrkay) de kekê me Zîlan îmana pirsê teneke kiriye û mîrkutek […]

Wêneyê ku bê destûr hatiye bikaranîn

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
‘Kovara Hinar’ Çi kovareke çavnebar Bi nepenî kete nava dahl û dar Tiştê ku dixwest hemî xwar Bi serde jî avek sar Gelo rahêjim das û dar Derî û şibaka bînim xwar Raser bikim xwîna sar Da ku evî karî neke car bi car Merrdo

Kezîkurê dixwaze bifetiqe

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
 De werin ji xwe re li vê kezîkura Sûsanne Eman binerin û xwelîya heft gundan li serê wê nekin. Xwedêjêsetendîya Sûsanne Eman a Amerîkî, dixwaze bibe jina herî qelew a dinyayê û xwedêgiravî rekorê bişkîne. Rabûye bi rêya înternetê ji xwe re xiyarek “xwarinpêj” dîtiye, mêro hem xwarina qelewbûnê jê re çêdike, hem jî hevdu […]

Li hemberî polîtîkayên AKP’ê berxwedan wê pêş bikeve

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Di çapemeniyê de nûçeyên mîna ‘AKP dê di çareseriya pirsgirêka Kurd de dê stratejiyeke nû bişopîne’ derketin. Di pey van nûçeyan de jî li ser vê stratejiya ku behsa wê tê kirin nîqaş hatin meşandin. Helbet BDP’ê ji ber ku bi stratejiyên berê baş dizane got ku “ev stratejiyeke nû nîn e, berdewama konsepta berê […]

Analîzek li ser gotinên bav û kalan

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Di her zimanekî de hinek gotinên pêşîyan hene û ev gotin di zimên de cihê xwe digirin. Bi rastî mirov nikare zimanekî ji van peyvan cuda bifikire. Lewra ew qasî di zimên de girîng in ku hem li ser zimên û hem jî li ser jîyanê dikarin bandora xwe bikin. Hetta ziman û jîyan bi […]

Kî dibê Kurd li ala xwe xwedî dernakevin?

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Belê, kî dibê Kurdên bakur li ala xwe xwedî dernakevin babam? Bi dîn û îman, kî dibêje vir û derewan dike. Ma law herkes ne Apocî û Xalocî ne, helbet Kalocî û Lotikxanecî jî hene wî, ma kesekî bê dîn û îman heye, na. Axir, sîxur û dostên Partî Demokratî Lotikxane, çend keç û xortên […]

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
<iframe width=“370″ height=“270″ src=“http://www.youtube.com/embed/dwufQD6O3nc“ frameborder=“0″ allowfullscreen></iframe>

Gelo gur dibin mîh?

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Lêkolînek li ser hilbijêrên Stenbolê çêbû û encamek balkêş ji lêkolînê derket. Li ser navê MetroPoll ê grûpa ku ji Prof.Dr. Özer Sencer, Prof.Dr.İhsan Dağı, Prof.Dr.Doğu Ergil, Prof.Dr.Cengiz Yılmaz, Dr.Sıtkı Yıldız û Dr.Vahap Coşkun pêk dihat, lêkolînek li ser hilbijêrên bajarê Stenbolê çêkir û ji 1174 kesan pirsî: Bila zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê yan […]

Yan hero, yan mero

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Lotikvanê BDP kekê me Altan Tan, li Tatwanê beşdarî panela “makzagon”ê bû û çend mîrkutên bêîman li serê Kasimpaşalî Receb û partîya wî xist. Altan Tan, di axavtina xwe de bala Erdogan kişand ser çareserkirina pirsa Kurd û got “Heke Kasimpaşalî bixwaze pirsa Kurd çareser dibe” û rêya çareserîyê danî ber Erdogan. Altanê me bi […]

Xalê me Yasîn qiyamet rakir

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Belê, siyasetmedarê Kurd, kilê çavên Kurd û Almanên bajarê Ludenscheîd ê, xalê me Yasîn Kut, lotikek pîroz avêt û li bajarê xwe Newroz pîroz kir. Newroz li Muze ya bajêr pêk hat, berpirsên muzeyê û şaredarê bajêr jî beşdarî Newrozê bûn, şaredar bi dilxweşî behsa Kurd, Newroz û Kurdên bajêr kir. Axir, di pîrozkirina Newrozê […]

Hem ala me spehî ye, hem jî bedewa me

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Gelo ji vî wêneyî xweşiktir, spehî û bedewtir, seksî û erotîktir wêne hene hûn karin bêjin? Bala xwe bidinê, hem ala me alek spehî û şîrîn e, hem jî bedewa me seksî, germik û nermik e. Îcar gava du tiştên xweşik û bedew bên cem hev çi dibe? Tevzînok û agir bi ruh û canê […]

Cewrên dêlika Asenayê har bûn

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Belê, cewr û cewrikên dêlika Asenayê dîsa dîn û har bûn û ha ha êrîşî Kurdan dikin. Bi taybet hinek dêqehpên ku bi navê îslam û misilmantîyê her gûyê heram dixwin û îslamê tenê ji bo berjewendîyên xwe bi kar tînin, îro ji faşîstan zêdetir bûne faşîst û dijminatîya Kurd û Kurdistanê dikin. Piştî ku 6 […]

HEMA TE DERÎYÊ SARINCOKÊ VEKIRIBA

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Du kes di heman demê de dimirin, ruhê wan li esmanan digehe hev û ji xwe re sohbetê dikin. Yek ji yê din re dibê: –         Sedemê mirina te çi bû loooo? Ew jî dibê : –         Ez ji qehran mirim ! –         Kuro mirov çawa ji qehran dimire ? –         Ez ji te re […]

Newroza Kurdên binxetê

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Doh yanî bist û yekê Adarê Kurdên me yên Denmarka ên binxetê Newroza xwe pîroz kirin. Gelekan ji wan re got “heyran roja betlanê şeva Newrozê çêbikin wê baştir bibe”. Kurdên me yên binxetê li kerê şeytên siwarbûn û gotin: “ NA…..NA……NA… şahîya Newrozê gerek di roja xwe de be, wekî din tu mana xwe […]

Memo û Zînnet!

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Berhema herî qedirbilind a Ehmedê Xanîyê gorbihûşt, Mem û Zîn. Nuha jî di TRT 6 ê de weke rêzefilîm dest bi weşanê kirîye. Bi rastî weke gelek kesan min jî meraq dikir. Min digot hela bê ka wê tiştekî çawa derkeve hole û wê çawa bihûnin. Bi rojan danasîna vî filmî hate kirin. Ji bilî […]

KOMKARê lotikek pîroz avêt

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Belê, 21ê Adarê, li bajarê Koln a Almanyayê, lotikvanên KOMKAR ê lotikek pîroz avêtin derûdorê û bi def û zirne, bi govend û dîlan Newroz pîroz kirin. Li hewşa salonê agir hat dadan, xelkê li ber def û zirnê gunehên xwe daweşandin û xwe nermijandin. Piştî nermijandina hewşê, îcar berê xwe dan salonê, li ser […]

Ez porê xwe difroşim

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Sayin Lotikxanenin qehreman ewlatlerî.. Min îşîtmîş kiriye ku LOTIKXANE dermanê her derdan e. Kurdîya min çeqilmast tir qisûre baxmeyin. Hûn porê min dibînin? Ez porê xwe difroşim, hem jî bi fîftî fîftî, ango bi nîvê heq. Heke hûn mişteriyan ji bo min gormîş bikin û wan ji min re gondermîş bikin, ez ê nîvê perê xwe […]

KURD BIZINÊN KOL IN !

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
 Pêşgotinek bapîran heye dibê “ Xwedê ayê bizina kol ji ya bi qoç re nahêle “. Ev ji binî ve derew nebe virr e mixabin !  Emrê min hate nîv sedsalî, min hîna nedîtiye ku ev cîhê xwe bibîne. Di her qadê de, di her warî de û her dem bizinên bi qoç îmana bizinên […]

Bêrîvan

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Bêrîvan ji kê re tê gotin? Berîya her tiştî lazim e kû mirov wateya vêya  bizanibe. “bêrîvan’’; Ji keçên ku şîr didoşin re tê gotin. Bi gotinên din mirov dikare bibêje ku ‘’ Kulîlkên jîyana çîyê ..’’ ji çûyîna dotinê re jî tê gotin ‘’Bêrî ‘. Jixwe navê bêrîvanê jî ji Bêrî yê tê. Bêrîvan; […]

Xalê me Ehmed dîsa lotikek xwar

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Wek hûn zanin, berî niha jî cewrikekî dêlika Asenayê pozê xalê me şikandibû û serê xwe xistibû qûna bavê xwe. Lê vê carê ne cewrikek, keftarekî êrîşî xalê me kir û berê wî da nexweşxanê. Hem jî keftarekî resmî. Lê xem nake xalê Ehmed, çawa be tu hînî lêxistin û pozşikestinê bûyî lo, ma berxê […]

Werin serîyên belaş!

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Li bajarê Teloloapan ê Meksîkayê 10 serîyên serjêkirî hatin dîtin ku 7 ji wan ê zilaman û 3 ji wan jî yê jinan e. Heta niha jî cendekên wan serîyan nehatine dîtin. Li gora sîxurên me yên li Meksîkayê radigihînin, dibêjin ev 10 serîyên bêxwedî yên endamên malbata mafîya ya La Famîlîa ne. Wek tê […]

Xweserîya demokratîk û serxwebûn

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Navenda Lêkolînên Sosyal û Siyasal (SAMER) li Amedê anketek qerase çêkir û ji Amedîyan pirsî bê ka „Heke referandûmek çêbibe wê Kurd çi bixwazin“. Li gora sîxurên me dibêjin, ji %40 jin û ji %60 jî zilam beşdarî di anketê de kirine. Li gora lotikvanên SAMER ê dibêjin, ji %49.2 Amedî „xweserîya demokratîk“, ji %19.2 […]

Kurd milletekî qehreman e

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Li Tirkiyê ne bes bû, îcar dewleta virqo destên xwe yên gemarî dirêjî Azerbaycanê jî kirin kir. Dibêjin piştî lotik û zîtirkên konsolosê Tirkiyê yê Azerbaycanê, sermezinên Azerî rojnameya Kurdî-Azerî „Dîplomat“ girtine û kêfa destebrakên xwe yên Tirk anîne. Lê Kurd serhişk in û zû bi zû radest nabin, ji doza xwe venagerin. Rayedarên rojnama […]

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off

Kurd û Newroz

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Vaye îsal jî cejna me ya netewî Newroz bi car xweşî û car nexweşî hat. Lê gelo em Kurd di derbarê pîrozkirinên Newrozên kevin yên demên Zerdûştî û Medan de çiqas agahdar in. Ezê behsa sifre û agirê Newrozê bikim, bi qasî ku dizanim we agahdar bikim. Agirê Newroz ê di êvara 20  ê Adarê […]

Wê çareser bikin lê em nabînin

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Wezîrê Çandinîyê Mêhdî Eker ê Amedî û Kurd, hevpeyvînek daye rojnameyek Tirk û çend lotikên germo-nermo avêtine. Mêhdîyê me bersiva pirsên rojnamevanan daye, bi şeş telaqan sûnd dixwe ku wê Rêdana Demokratîk berdewam bike û wê pirsa Kurd jî çareser bikin. Cîgerim Mêhdî Eker, dîsa bi serê Îsa û Mûsa sûnd xwariye ku pirsa Kurd […]

Xanima nermik Newroza we pîroz dike

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Belê, xanima germik û nermik, bedewa memiknepoxî, keleşgewra malxirab Jordan Carver, bi taybet çend wêneyên xwe ji bo doxînsistên  Lotikxanê şandin  û bi çend maçên şekirîn Newroza wan pîroz kir. Jordan xanima agirpêketî, bi rêya emaîlê silavên germ û nerm ji we xwendevanan re şandin, ji kûranîya kezebê got „I love lotikvan baby“ û agir bi […]

NEWROZ

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
 Newroz pîroz be,hûn nekin kînê Rojê bi doz kin, ji boyî jînê Newroz pîroz kin, rojê bi doz kin Deynin ser ziman,bi şekir-lozkin Li heyf negerin, ji doz megerin Win astîxwaz bin, ji maf megerin Bo hûn serbilind,ew serî xwar in Da gel fêm bike, ew çi barbar in Ya rast biparêz,heta ji te bê […]

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off

VATINÎYÊN MÎNERAL Û VÎTAMÎNAN 3

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
 GÛDE/ KUKURT (S) Kukurt ji bo arêşeyên rêyên bêhndanûstandinê, mêlakê û alerjîg pir giring e. Ji bo sîqala/ dengeya oxsîjen, fonksîyonên mejî, tenduristîya çerm, por û nenûkan hewceye. Di 100 gramên hinek xidayan de madarê gûdê weha ye:  Di sibit/ tere de 730 milîgram, di lobîyên /fasulî yên hişkkirî de 210 mg, di masîyan de […]

Bêedebîya li himber şehîdên Helebçeyê

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Li ser bextê zinêkar, diz, çeqel, serxweş û esrarkêşên bajarê Efrînê be, dibêjin gava xelkê Efrînê ji bo bîranîna jenosîda Helebçeyê civiyane û ala Kurdistanê bilind kirine, garanek çeqel û sûtalên bajêr bi motorsîkletan bîranîna Helebçeyê sabote kirine û bi alên PYD rûn li ser nanê Saddam Hisên û Elî Kîmyewî kirine. Axir, kesên ku […]

Kurd yek millet e, Kurdistan çar parçe ye

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Serokê Kurdistanê kek Mesûd Barzanî, wek hemû caran helwesta xwe ya Kurd û Kurdistanê raxist ber çavan, dilê temamê Kurdan xweş kir û helbet dilê dijminan jî reş kir. Mesûd Barzanî yê ku ji roja roj de xwedîyê gotinên xwe ye û bi qasî misqalekê jî ji hinek xalên xwe yên sor tawîz nedaye, di […]

Îro Belçîka, sibê hemû Ewrûpa

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Şikir ji yezdanê pak re, hikûmeta Belçîkayê bi fermî hildana ala Kurdistanê li ser avahîya nûnerîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê erê kir Li gora ku sîxurên me ji nava parlamentoya Belçîkayê radigihînin, dibêjin rêvebirê giştî yê protokolan Beyar Labofrî û hevalên xwe daxwaza bilindkirina ala Kurdistanê bi kêfxweşî pêşwazî kirine û lotikek pîroz avêtine. Axir, Belçîka […]

NAMZEDÊ MIN TAHA BERWARÎ YE!

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Gelek caran meriv xebat û keda ku Kurdên li dîasporayê dane piçûk dibîne yan jî înkar dike. Lê gava meriv bi aqlêselîm lê hûr dibe, dibîne ku xebat û xizmetên ku Kurdên li dîasporayê dane, têr wate û ciyê şanazîyê ye. Lê mixabin ev rastî ji alî gelek kes, dem û dezgehên Kurdistanî vê tê […]

Tew lêlê partiya şepêla kir tirrrr….

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Hîn em di bin destê Behsiyan de ne, partiyên me ji hev ditirsin û ji tirsan bi xwe de dimîzin alah wekîl. Partiya Mişel Temo şepêla paşerojê daxuyaniyek qerase li hemberî PYD derxist û cîhad li hemberî Apociyên rojava ilan kir. Wey lêlê fatimê, na weleh me Kurdistan stand! Alah wekîl û bi sê telaqên […]

Kurdî jî di nav de, 21 zimanan zane

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Xortê cihû (yahûdî) Timothy Doner ê 16 salî, Kurdî jî di nav de tam 21 zimanan zane. Bi ser ku zimanê wî yê zikmakî Ingilîzî ye jî, hînbûna zimanên din jê re bûye hewesek mezin. Timothy Doner ê 16 salî van zimanan zane:  Ingilîzî, Fransî, Latînî, Çînî, Erebî, Rûsî, Îtalî, Farisî, Svahîlî (Afrîka navîn), Endonezî, […]

Piştre gazindan ji me nekin

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Sîxurên Dezgeha Asîmanî ya Amerîkayê NASA û sîxurên Dezgeha Asîmanî ya Lotikxanê LOTIKNASA, li asîmanê heftan lêkolînek qerase kirin û gîhan encamek kesanedî. Piştî ku li asîmanê heftan lêkolînek sererd û binerd kirin, pê hisiyan ku Astroîdek (kevirên asîmanan) qerase berê xwe daye dinyayê û dixwaze di sala 2013an de yan li dinyayê keve, yan […]

Vegera wê ne wek vegera Ciwan Haco ye

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Lotikvana navdar, delala ber dilê xortên 14 heta 70 salî, xewn û xeyalên kal û mêrên jinberdayî, agirpêketîya porzer Carmen Elektra, piştî demek dirêj dîsa vegeriya pêşberî hezkirîyên xwe û got: Ez hatim, êdî bes e! Carmen Elektra ya ku awirek çavên wê ji bombeya atomê dijwartir û lotikên wê ji lotikên qantir û bergîlan […]

Mamê me sipîsaxlem e

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Wek hûn zanin, mamê me Talabanî ji ber hinek nexweşîyên piçûk serdana Amerîkayê kiriye û wê çend rojan li wir bêhna xwe berde. Doktorê taybet ê mamê me Talabanî mîster XX, bi taybet ji Lotikxanê re ragihand ku tenduristîya mamê me Talabanî pir û pir baş e, qisûr di laşê wî de tuneye û piştî […]

XALO EM KETINE BER BEXTÊ TE !

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Tucarek Kurd li navçeyek bajarê Antalyayê karê xalîçe û caciman dike, navê wî Nûredîn e. Hîna nû dest bi vî karî kiribû, ji ber wê malbat neanîbû, bi serê xwe tenê di dikanê (firoşgeh) de dima.  Demekê di dikanê de radiza. Li wir cîranên wî yên  bêşekar (esnaf)  pir jê hez dikirin û rêzgirtî bûn. […]

Xweziyên General Mistefa Barzanî!

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
( 14. 03. 1903 Barzan – 01. 03. 1979 Waşington D.C )  Li adarê hat dinê û li adarê jî wefat kir. 76 sal…, salên ku piraniya wan di nexweşî, awareyî û şerê bi dijminên dagîrker re derbas bûn. Bi navê wî re: şoreş, komara Kurdistan, Barzan, dilê Kurdistanê Kerkûk, Pêşewa Qazî Mihemed, Mehabad, peymana […]

Ji bo raya giştî

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Ji aliyekî yekitiya Kurdan û di pirsên netewî de bi hevre karkirin tê gotubêj kirin û di vê derbarê de civîn têne lidarxistin. Ji aliyekî din de di medyayê de tê ragihandin ku PKK li dijî Îbrahîm Guçlu amadebûna êrîşekê dike. Li ser vê nûçeyê heta niha ji aliyê PKK-ê ve tu daxuyaniya ku vê […]

Çûçik û Teyrên Kurdistanê-3

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
(Diyarbekir- Deşta Gewra- Gundê Kêylikê) Amadekar: Fikret Ertek û Rûken Bağdu Keskin  ———————————- Pit-boqsor / Çalı bülbülü / Cercotrichas galactotes / Rufous bush robin   Bet / Toy / Otis tarda / Great bustard Çixik / Çulluk / Scolopax rusticola / Eurasian woodcock     Zirzûl / Ak karınlı ebabil / Apus melba / Alpine […]
Page 1 of 212 »