Gelo gur dibin mîh?

Lêkolînek li ser hilbijêrên Stenbolê çêbû û encamek balkêş ji lêkolînê derket.

Li ser navê MetroPoll ê grûpa ku ji Prof.Dr. Özer Sencer, Prof.Dr.İhsan Dağı, Prof.Dr.Doğu Ergil, Prof.Dr.Cengiz Yılmaz, Dr.Sıtkı Yıldız û Dr.Vahap Coşkun pêk dihat, lêkolînek li ser hilbijêrên bajarê Stenbolê çêkir û ji 1174 kesan pirsî: Bila zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê yan na?

Balkêş e, li gora encama lêkolînê, ji % 50 alîgirên MHP (partîya nîjadperest û faşîstên Tirkiyê) ji perwerdeya zimanê Kurdî re gotine „erê“ û lotikek li serokê xwe Bahçelî û polîtîka partîya xwe xistine. Ji % 62 alîgirên AKP gotine „bila zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê“, ji % 59.6 alîgirên CHP gotine „hayhay, dibe çima na babam“ û ji % 94.7 alîgirên BDP jî gotine „helbet divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê canim, ma em van lotikan bilasebeb davêjin babam“ û piştgirî dane perwerdeya bi zimanê Kurdî.

Werhasil, xwedê dawîya me xêr bike rebbî..

Gelo gur dibin mîh we go çi?

Nîjadperestên ku digotin Kurd tunene, îro ji perwerdeya zimanê Kurdî re dibêjin „erê“.

Gelo ev jî ne alametek ji alametên roja qiyametê bin gelî xwendevanan?

Stenbol

About The Author