Yan hero, yan mero

Lotikvanê BDP kekê me Altan Tan, li Tatwanê beşdarî panela “makzagon”ê bû û çend mîrkutên bêîman li serê Kasimpaşalî Receb û partîya wî xist.

Altan Tan, di axavtina xwe de bala Erdogan kişand ser çareserkirina pirsa Kurd û got “Heke Kasimpaşalî bixwaze pirsa Kurd çareser dibe” û rêya çareserîyê danî ber Erdogan.

Altanê me bi mîrkutê xwe bi nav serê Erdogan ket û dîsa got “Heke çareserî hebe em jî hene. Lê ku çareserî çênebe emê Enqerê wek qula rovî li wan teng bikin” û got: “Vê peyamê bişînin Enqerê, îcar dixin kuderê xwe ew bi qîma xwe ne” û rêya xistin û derxistinê pêş girgirekên Enqerê kir.

Altanê me mihatabên çareserîyê jî pêş Erdogan kir, destê xwe li masê xist û got: “Binerin oxlim, Îmralî, Qendîl û em wek BDP ji mizakereyê re amade ne. Lê ku tu bi helwestek Kemalîst nêzîkî mijarê bibî, wê dawîya te û hikûmeta te jî wek dêlika Çîllerê be” û serê hefsêr berda.

Altan Tan sê rê danîn ber Erdogan û hikûmeta wî. Yan xilaskirina Kurdan, yan serjêkirina Kurdan, yan jî rûniştina bi Kurdan re û lihevhatin.

Axir, xuyaye wê dîsa heman çîrok û çîvanok dubare bibin. Erdohan dibêje “Jina min ji min berdayî be em Qendîl û Îmralîyê mixatap nagirin” û başçawîşên BDP jî dibêjin “Bi şeş telaqên bê fitû mixatap generalên Îmralî û Qendîl in” û herdu alî hevdu didin ber lotik û zîtirkan.

Ez bi xwe ji vê şorbê tiştekî fêhm nakim, gelo hûn dibên çi?

Amed

About The Author