Sermiyanê me bûye masîyê ava şîrîn

Lîztikvan û derhênerê binyatKurd Sermiyan Midyat, beşdarî bernameyek NTV bû û behsa jiyana xwe û fîlmên xwe kir. Sermiyanê me di karê xwe de serketî ye û lotikvanekî temam e. Her çiqasî bi binyata xwe ji Midyadê be jî, lê wek gellek Kurdên navdar ew jî li metropolên Tirkiyê, li Stenbolê mezin bûye û Kurmancîya xwe ji bîr kiriye.

Sermiyanê me fîlmê xwe yê dawîn „Jina Hikûmetê“ li ser jîyana pîrika xwe çêkiriye. Sermiyan Midyat dibêje: „Ez li dijî her awayê nîjadperestî û cudaxwazîyê me. Di mêzîna edalet û mafdarîyê de li Tirkiyê bûme Kurd, li Almanya bûme Tirk û li Amerîkayê jî bûme çermsor“ filan û bêvan.

Sermiyanê me di derbarê zimanê xwe de jî dibêje: „Hetanî 15 salîya xwe jî min newêrîbû ez navê xwe bêjim. Ji ber navê min kesên ku bawer dikirin ez Ermenî me pir bûn. Ez bi Kurdî nizanim. Belkî jî ji tirsan ez bi Kurî neaxivîm. Ez û kesên mîna min, em Kurdên Stenbolê wek masîyên ava şîrîn in“ û pêde çûye.

Belê, masîyê ava şîrîn, ango Sermiyanê me Kurdî nizane. Belkî jî wek ew dibêje, ji tirsan bi Kurdî neaxivîye û di nava demê de zimanê xwe ji bîr kiriye. Bi deh û sedhezaran Kurdên mîna wî li metropolên Tirkiyê hene. Hem jî navdar in, sermiyandar in, maldar û dewlemend in, lîztikvan in, siyasetmedar in, muzîsyen in, desthilatdar û xwedî gotin in, serokên mafya û çeteyên xurt in. Lê mixabin tenê di gotinê de xwe Kurd dihesibînin. Ziman, mejî, xwîn, fikir û raman bûne Tirk Tirkî. Û aha ev kesên mejî Tirk îro di qada siyasetê de li ser navê Kurdan siyasetek „Tirkmancî“ û „çeqilmast“ dikin.

Îcar wê Kurd bi vê siyaseta Tirkmancî û çeqilmast bigihên kuderê, wê çi bi dest xin hûn texmîn bikin qurban…

Stenbol

About The Author