Osmano lo Osmano, lo Osmano bilûrvano

Belê, xalê me Osman Ocalan, yanî brayê başqanê me û kevnelotikvanê PKK, hevpeyvînek qerase bi malpera Avestakurd re kiriye û çend lotik avêtine.

Osmanê me di nav PKK de Cemîl Bayik wek zilamê herî xeter nîşan daye. Gotiye „Kurd dixwazin yekîtî û dostanîya xwe çêkin, lê Cemîl Bayik dibe asteng, ew naxwaze Kurd bibin yek. Başqan Ocalan dixwaze Kurdan nêzîkî hev bike, lê Cemîl Bayik wan ji hev dûr dike“ filan û xeftan.

Xalê we Osman Ocalan, herweha mîrkutek li nav serê başqanê me jî xistiye û ew gêjo mêjo kiriye, ew dewixandiye.

osmano KopieGotiye: „Başqan ji sibê heta êvarî silavan ji jinan re dişîne, xwedî li jinan derdikeve. Lê dêya min ji ber nexweşîya şekir her du lingên wê hatin jêkirin. Her du xuşkên min bi nexweşîya şekir in, rojekê kesî li halê wan nepirsîye. Ne PKK û ne jî başqan, kesek li halê wan napirse. Têr in, birçî ne, nexweş in, ne xema xirrê kesekî ye. Kesên ku nikaribin xwedî li dê û xuşkên xwe derkevin, wê çawa xwedî li jinên Kurd derkevin babam“ filan û fîstan.

Ê helbet Osmanê me PYD jî ji bîr nekiriye. Wek hûn zanin, damezrênerê PYD xalê me Osman Ocalan bi xwe ye. Lê xuyaye PYD a ku wî damezirandibû îro bûye partîyek din û ji xeta xwe derketiye. Osmanê me gotiye: „Bi şeş telaqên bê fitû, PKK çawa ji Kurdan re xeter be, PYD du caran jê xetertir e“ û PYD daye ber lotik û zîtirkan.

Werhasilî kelam, Osmanê me çavê xwe girtiye û devê xwe vekiriye. Û di dawîyê de jî gotiye ku „ez dixwazim rahijim çek û di nav pêşmergeyan de xizmetê bikim“ û wekî din.

Axir, xêr û guneh di stuyê malpera Avesta û Osman Ocalan de be.

Birastî gotinên Osmanê me meraq bi min re çêkir.

Gelo kesên ku nikaribin li halê dê û xuşkên xwe bipirsin û wan piştguh bikin, wê karibin xwedî li jinên Kurd derkevin?

Qendîl

About The Author