Helwesta herî bi xîret netewperestî ye

Sosyolog û gunikreşê mezin xalê me Îsmaîl Beşîkçî, dîsa lotikek Kurdewarî avêt û mejîyê hinek Kurdên çeqilmast leqand. Ew Kurdên ku ne netewperest in, ew Kurdên ku ji netewperestîya xwe şerm û fedî dikin û qûnalêsîya Tirkan dikin, xîret bi wan re hebe wê ji vê lotika xalê me Beşîkçî fedî bikin û kumê xwe deynin ber xwe, hûr û kûr bifikirin. Lê bawer nakim. Bawer nakim çunkî çepîtî û çîrokên bratîya sexte di mejîyê wan de meyaye yan jî hatiye meyandin, ji xwe re zelqan lê ji xelkê re hêkan dikin.

Axir, xalê me Îsmaîl Beşîkçî rasterast ji Kurdan dipirse:

„Çima hûn ne netewperest in oxlim? Hey xwelîliser, zarokên Kurd hîna jî her sibe bi qîrîn dibêjinEz Tirk im, rast im, jîr im, zuqilqurt im, hebûna xwe dibexşînim hebûna Tirkan“ û  zîtirkên Tirkperestîyê davêjin. Piştî ewqas berxwedan û lotik û zîtirkên kesanedî, hîn jî nahêlin Kurd tîpên W, X û Q bi kar bînin. Çima? Ji ber ku li dijî nirxên Tirkan e, li dijî çanda Tirkan e. Nahêlin Kurd navên nivîskarên Kurd, navên welatparêzên Kurd li park û baxçeyên xwe bikin. Walî û qaymeqam biryarên bi vî terzî yên meclîsên şaredarîyan napejirînin, ji bo betalkirina van biryaran li dadgehan dozê vedikin. Navên wargehên erdnîgarîya Kurdistanê hatine guhertin, kirine Tirkî.
Tu bûyî hedefa polîtîkayek asîmîlasyona tund û asîmîlasyon berdewam e. Ma ku tu li nirxên xwe xwedî dernekevî, tuyê li çi xwedî derkevî oxlim? Wateya qedexekirina perwerdeya bi zimanê dayikê ev e. Ji bo Kurdan helwesta herî bi rûmet jî ev e, ango netewperestî ye. Helwesta ku ji Kurdan re pêşerojek erênî ava bike jî ev e“
û da bin dûvê Kurdên çeqilmast.

Werhasilî kelam, xalê me Beşîkçî tam Lotikxanewarî axivî û netewperestî wek stûn û garantîya pêşeroja Kurdan qebûl kir.

Em Lotikxanecî bê qeyd û şert piştgirîya vê lotika xalê xwe Beşîkçî dikin.

Law Kurdo!

Xwelîsero!

Gelên dinyayê tev di doza xwe de netewperestîyê dikin. Ma hema pelûla germ, ma hema xwelîya gundan û bratîya Tirk, Ereb û Eceman bi serê Kurdan de rijîyaye oxlim?

Enqere

About The Author