Ehmedê mala Sînan Axa Kurd kirin qatil

Dewleta Tirk bi salan hewl da ku qirkirina Ermenî û Suryanîyan têxe stuyê Kurdan û xwe ji wê qetlîamê pak bike. Halbûkî ne pêwist bû ku dewleta Tirko ewqasî...

Dewleta Tirk bi salan hewl da ku qirkirina Ermenî û Suryanîyan têxe stuyê Kurdan û xwe ji wê qetlîamê pak bike. Halbûkî ne pêwist bû ku dewleta Tirko ewqasî xwe bêşîne, çawa be Kurd xulamê wan e, wê sûcên wan jî bigrin ser xwe û bibin kurtanê kerên wan jî.

Xalê me Ehmedê mala Sînan Axa, di ÎMC TV de Kurd kirin şirîkê qetlîamên dewleta Tirk û ew kirin qesasê serê Ermenî û Suryanîyan.

Belkî di dîrokê de bav û kalên wî (ji ber ku bi piranî axayên Kurd potînalêsîya padîşahên Osmanîyan dikirin) beşdarî qetlîama Ermenî û Suryanîyan bûbin. Lê Kurdên reben ne Ermenî kujtine û ne jî Suryanî. Heke di navbera wan de hinek hisûmetên piçûk derketibin jî (ku belkî îro û sibê jî derkevin) ev nayê wateya ku Kurd qesasê serê Ermenî û Suryanîyan e û dijminên wan e.

Ê başe xalê Ehmed, ma di dema fermanê de qet Ermenîyan Kurd nekujtine qardaşim? Ma partîya Taşnaq çend Kurd kujtine, zikê çend jinên Kurd bera erdê dane, dest avêtine çend jinên Kurd ên Serhedê haya te jê tune? Yan te pirtûka Garo Sasonî nexwendiye axayê me? Çima tu behsa wan nakî û nabêjî “bela Ermenî jî lêborîna xwe ji Kurdan bixwazin” xalê Ehmedddddddddd!? Çima wê Kurd lêborîna xwe bixwazin lê brayên me yên Ermenî nexwazin ha?

Na xalê Ehmed na…

Ji kerema xwe temamê Kurdan neke şirîkê bav û kalên xwe û li ser navê temamê Kurdan jî lêborînê ji kesekî nexwaze, kêfa dewleta Tirko û dijminên Kurdan jî li me neyne cîgerim.

Êrîvan

Categories
Kadîn
No Comment

Leave a Reply

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

  • Radyoya Êrîvanê sêwî ma

    rojnamevan û rewşenbîrê Kurdên Ermenistanê Keremê Seyad di 82 salîya xwe de ji nav me koç kir û em xemgîn kirin. Keremê Seyad, di 1960î de li Radyoya Êrîvanê...
  • Lotika Papa xweş lotik bû

    Serokê Vatîkanê û Serokê Rûhanî ê Mesîhîyên Cîhanê Papa Franciskus di 07.03.2021ê de pêşî serdana Iraqê û piştre jî serdana Kurdistanê kir. Papa li Bexdayê bi şûr û kêran...
  • Başûrî, mîrasê serokê nemir Mistefa Barzanî dixwin…

    Rojhat Amedî Sed heyf û mixabin em îro dibînin ku jimareyek berçav ji desthilatdarên başûrê Kurdistanê tenê bi gotin li ser rêbaza Barzaniyê nemir mane. Tenê li ser mîrasa...
  • BARÎNA KUTILKAN

    M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...