Vegera wê ne wek vegera Ciwan Haco ye

Lotikvana navdar, delala ber dilê xortên 14 heta 70 salî, xewn û xeyalên kal û mêrên jinberdayî, agirpêketîya porzer Carmen Elektra, piştî demek dirêj dîsa vegeriya pêşberî hezkirîyên xwe û got: Ez hatim, êdî bes e!

Carmen Elektra ya ku awirek çavên wê ji bombeya atomê dijwartir û lotikên wê ji lotikên qantir û bergîlan bi hinertir in, yek ji jinên herî delal û tenûrgerm tê hesibandin. Xanima bedew bi fîlmên pornoyê navdar bû û milyaketa xewn û xeyalên zilaman.

Werhasilî kelam, li gora fitne û fesad li ser tenûrên Amerîkayê dibêjin, dibêjin wê vegera Carmen Elektra ne wek vegera Ciwan Haco be. Ciwanê me bi albûma Veger germik û nermik vegerîya, lê dibêjin wê Carmen xanim ji agirê cegnemê germtir vegere pêşberî hezkirîyên xwe.

Ez serê we neêşînim, hay ji xwe û vegera Carmen xanimê hebin gelî xwendevanan. Eman eman xwe nêzîkî wê nekin, hûn jî bi agirê wê malmîratê neşewitin kuro…

Amerîka

About The Author