HÊVÎYA KERÎTÎ


Rêwîyê Kal

Du ker wexta serbest diman li mêrga gund, him bi çêrê zikê xwe têr dikirin, him jî derd û kulên xwe gotubêj dikirin. Rojekê kerê boz ji kerê reş pirs kir:
* Miamela xwedîyê te ji te re çawaye? Li te tedayî, ezîyet dike yan na?
* Ji min re gelek başe, karê xwe yê rojane bi min dide kirin, paşê min serbest berdide ez têm li vir diçêrim.
* Yanê kutan lêdan tunene?
* Na na! Hêj rojekê çoyek li min nexistîye.

Kerê reş ji yê boz pirsî:

* Rewşa te çawaye?
* Ne tu pirs bike û ne jî ez vebêjim! Derdê min pir girane!
* Çi bû? Hela bibêje derdê te çîye lo?
* Xwedîyê min mirovek pir bihêrs e, ew û pîreka xwe her roj şer dikin. Hêrsa xwe di serê min de bi lêdanê derdixe! Bela sedem limin dixe, tu birînên pişta min nabînî bi çoya ez kirime çi halî…
* Êêê tu çima li ba wî dimînî? Çima narevî?
* Hêvîyên min hene ji ber wê yekê berxwe didim.
* Hêvîya te çi ye lo?
* Zilamê xwedîyê min ji pîreka xwe re got:” Eger tu carek dî bêdestûra min ji malê derkevî derve, ezê te bi vî kerî bidim nîhandin.”
* Êê
* Pîrek pir rindike, ez jî li benda nîhana wê me.

Kurdên bêhiş jî li benda “demokratik Tirkiye, Îran, Iraq û Sûrî” ne! Hêvîya wan ewe ku dagirker herêmek hegemonîk pêşkêşî wan bike. Hêvîya xwe ji Kurdistanek serbixwe birîne!
Îcar, gelo çi ferqa wan û kerê boz heye ka hûn nabêjin?

About The Author