Cewrên dêlika Asenayê har bûn

Belê, cewr û cewrikên dêlika Asenayê dîsa dîn û har bûn û ha ha êrîşî Kurdan dikin. Bi taybet hinek dêqehpên ku bi navê îslam û misilmantîyê her gûyê heram dixwin û îslamê tenê ji bo berjewendîyên xwe bi kar tînin, îro ji faşîstan zêdetir bûne faşîst û dijminatîya Kurd û Kurdistanê dikin.

Piştî ku 6 polîsên taybet hatin kujtin û berê xwe dan cehnemê, rojnameyên wek Sozcu û Akît dîn û har bûn û dest bi dijûn û xeberan kirin, xirrê gerîllayên Kurd xistin nizanim çiyê xwe. Akît a ku qaşo rojnameyek îslamîstan e û gerek kîn û befretê nexe navbera misilmanan, di mesela Kurd û Kurdistanê de dibe seg, dibe hirç û hov û gotin û helwestên dûrî îslamê bi kar tîne.

Aha misilmantîya Tirkên dewşîrme ev misilmantî ye gelî xwendevanan. Gava mesele dibe Tirkayetî û Kurdayetî, misilmantîya xwe dixin qûna bavê xwe û li dijî îslamê tev digerin, ji faşîst, kafir û tarikselatan zêdetir êrîşî milletê Kurd ê mazlûm dikin.

Lê sûc ne sûcê wan e bawer bikin. Heke em Kurd jî wek wan dewşîrmeyên dolheram netewperest bûna, wek wan berjewendperestên millet û welatê xwe bûna, wê niha rewşa me cuda bûya, wê yekîtîya Kurd û Kurdistanê ji zû de pêk bihata. Lê xwedê aqil bide Kurdên xwelîser û hew.

Axir, ji roja pêşîn de em dibêjin ku „kûçik goştê kûçik naxwe“. Tirk her Tirk e û heta bi roja qiyametê jî wê dijminê riknê milletê Kurd bimîne. Lê em Kurd emê kengî dev ji alastina qûna wan berdin, aha ez wê nizanim…

Kurdistan

About The Author