Heke rast be, xalê me Temer wezîr e

Li ser bextê fitne û fesadên başûrê Kurdistanê be, li gora saloxdanên sîxurên Lotikleaksê, dibêjin wê walîyê Duhokê xalê me Temer Remezan di kabîneya nû de cîh bigre û wê bibe „Wezîrê Navxweyî“.

Sîxurên me şeva din seet di 04.30 ê nîvê şevê de ketin dolaba kek Nêçîrvan Barzanî, ev lîsteya ku  ji kabîneya nû pêk tê ji bêrîka cakêtê wî derxistin, kopî kirin û dizîn.

Heke ev lîste rast be û ji alî serok Barzanî û parlamentoyê ve bê qebûlkirin, wê xalê me Temer Remezan wezareta navxweyî têxe destê xwe û dest bi lotikên qirase bike.

Em ji niha ve vê lotika xalê xwe Temer Remezan pîroz dikin û di 4 salên pêşerojê de jê re lotikên xurt dixwazin.

Lîsteya kabîneya nû:

1-    Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmetê
2-    Îmad Ehmed Cîgirê Serok Hikûmetê
3-    Rojan Dizeyî wezîrê Dadê
4-    Cefer Mistefa Elî wezîrê karûbarê Pêşmergeyan
5-    Temer Remezan wezîrê Navxwe
6-    Dilşad Osman wezîrê darayî
7-    Aştî Hewramî wezîrê samanê siruştî
8-    Rêkewt Reşîd, an Aras Ezîz, yê tendirustî
9-    Îsmet Xalid yê perwerdeyê
10-    Behroz Qeşanî yê avadaniyê
11-    Dilşad Şehab, şaredarî û geştûguzarê
12-    Elî Seîd, Xwendina bilind
13-    Elî Sindî, plandanan
14-    Perwîn Kake Heme, karûbarê civakî
15-    Kawa Mehmud Şakir, rewşenbîrî û lawan
16-    Sebah Ehmed Mihemed, karûbarê şehîd û enfalkiriyan
17-    ….. çandinî û jêderên avê (diyar nebûye)
18-    Sînan Ebdulxalêq Çelebî, wezîrê pîşesazî û bazirganiyê
19-    Enwer Çelebî Sabo, guhestin û gihandinê
20-    …. Wezîrê Ewqaf û karûbarê ayînî (diyar nebûye)
21-    Yasîn Şêx Ebu Bekir, wezîrê kehrebê

About The Author