Apr 29, 2012

Monat: April 2012

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off

Îcar jî “teşkîlat” li me zêde bû

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Bi sê telaqan min ji vî navî hez kir. Teşkîlat! Navekî seksî, germik û nermik. Wey li ser xêrê be rebbî. Dibêjin piştî komel, rêxistin, partî, weqif û nizanim çi, niha jî Teşkîlata Îslamîya Kurd hatiye damezirandin û dest bi lotikan kiriye. Teşkîlata me di danezana xwe de dibêje, “Li ser coxrafya îslamî, ji ber […]

Wax, wax, serokê Hizbûllahê di ser lotikan de hat girtin

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Wax, wax, serokê Hizbûllahê di ser lotikan de hat girtin De werin vê ecêbê û kirasê xwe necirînin.. Berpirsê Hizbûllah ê bajarê Adanayê Ekrem E (ku sedî sed yan Kurd e yan jî Mihelmî ye), di ser fihûşê de hat girtin. Li gora çapemenîya Tirko dibêje, dibêjin Ekrem E efendî cercûrek di nav şeqê jinika […]

Xalê me Kaplan dîsa lotikek li Kurdan xist

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Belê, wekîlê BDP û Demokratîk Cimhûrîyetê xalê me Hasîp Kaplan, dîsa lotikek kesanedî avêt û ji bo dilê Tirkoleran xweş bike, lotikek bêîman li Kurdan xist û xewn û xeyalên wan kir şorba nîskê. Xalê me Kaplan, xwendevanên Zanîngeha Egeyê qebûlî meqamê xwe kir û pirsên wan bersivand. Ê helbet canim, xort in, naşî ne, […]

Nayê xwarin lê ket rêza yekem

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
People Magazine ankêt û lêkolînek li ser jinên herî bedew yên cîhanê çêkir û ji xelkê pirsî: -Ka bêjin oxlim, kîjan jin bala we dikşîne, kîjan jin xwîna we dikelîne û difûrîne, kîjan jin tevzînokê bi canê we dixe, kîjan jin hormonên we amadeyî şer dike hi? Li gora encama lêpirsînê, piranîya zilaman lotikvana melez, […]

Oxlim Kose rast dibêje

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Belê, derhênerê dolheram, dewşîrmeyê ji kîrê „faîlî mechûl“, cewrikê kerxanecî Misto Erol Kose, di Twîtter ê de dijûn ji zarokên Kurd re da û bapîrê min Osê bera ser dapîra xwe da. Oxlim Erol Kose, di derbarê 23 Nîsanê „Cejna Bîjîyên Mistoyê Selanîkî“ de xeber û dijûn ji zarokên Kurd re da û got „Atavirqo […]

XWÎŞKÊ NEDÊ NEDÊ

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Zilam li malê pal vedaye, pê dihese ku diz ketîye mala wan û dixwaze diz bigire. Bi dengek bilind ku diz bibihîze ji jina xwe re dibêje:  “Xanim wan du kîskên zêran bîne, em bavêjin çalê. Dinya bêbext bûye, diz hene, hîz hene, bêbav hene, kes bîra çalê nabe” û du kuçeberan/keviran tavêje çalê û […]

Çûçik û Teyrên Kurdistanê-4

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
(Diyarbekir- Deşta Gewra- Gundê Kêylikê)   Cîq /Reşêle/ Sığırcık / Sturnus vulgaris / Starling Dîkê avî / Alaca yalıçapkını / Ceryle rudis / Pied kingfisher   Dîksilo-Silêmanê  dunikil-dodo tirşik ( dodo) / İbibik / Hoopoe / Upupa epops     Çîkê bozan / Boz kuyrukkakan / Isabellina wheatear / Oenanthe isabellina     Axê çîka […]

KEMALE EV ÇI HAL E !

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
 Mamosteyekî Zanîngeha Wanê Murad Oto xwedêgiravê di arşîva TRT ya dewletê de stranek bi Kurdî li ser Misto Kemalê bapîrê Tirkoleran dîtiye. Ev stran  di sala 1967’ de hatiye tomarkirin. Ev stran li navçeya Wanê Payîzava yê (Gurpinar) gundîyekî nav Semut hatiye nivîsandin, Elî û kurapê xwe Babacan stran xwendine. Ez ne bawerim ev Kurd […]

Tutinkêş

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Li Farqîna Amedê camêrek dijî. Ev camêr bi kişandina tûtinê pir navdar e. Li heremê çûk-mezin her kes wî baş nas dike. Camêr pisporê tûtinê ye. Ji xeynî kişandina tûtinê, her wiha bi ruh û kezeba wê jî zane. Ji tûtina xursê bigre heta ya Mûşê, ji ya Semsûrê bigre heta ya Meletê ji her […]

WEY LI HALÊ ME KURDAN

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
   Doh ez ji kar derketim û çûm bexçe (bexçê min ne çend donim in ha, yanî wek kuna gura ye ha) ku goştê ji doh maye ez bixwim. Werhasil min zikê xwe têr kir û min ji xwe re got ezê herim qehwa mîhelê û çend bîra bi ser goşt de vexwim. Ez çûm […]

Berazê xwedê navê xwe li Kurdan dike

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Dibêjin “Filankeso kumê xwe li serê hevalê xwe dike”. Yan jî filankeso navê xwe li hevalê xwe dike. Îcar ev jî mesela me û gayê xwedê Îdrîs Naîm Şahîn negefendî ye. Gayê xwedê, Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn begefendî ji roja ku bûye wezîrê hundur û heta niha, her û her dijminatîya Kurdan kiriye û […]

Milyarek dînar û ne tiştek

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Li ser bextê gendel û bertîlxurên Kurdistan û Iraqê be, dibêjin serokwezîrê hikûmeta Kurdistanê yê berê kek Berhem Salih her meh milyarek (860.000 dolar) ji ofîsa mam Celal re rêkiriye. Ev pare ji butçeya  herêma Kurdistanê wek diyarî ji mam Celal re hatiye şandin. Îcar hinek zikreş gazindan dikin û dibêjin „Mehê 860.000 dolar pir […]

Serok Barzanî ziravê gellekan qetand

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Serok Barzanî bi serdanek navnetewî ji Kurdistanê derket, serdanek da Bûlgaristan, Macaristan, Amerîka û hinek welatên din û silavek li serok û rayedarên wan welatan kir. Piştî vegerîya Kurdistanê, îcar hat Tirkiyê û silavek Kurdewarî da serok û rayedarên dewleta Tirko jî. Ev serdana serok Barzanî cûr be cûr hat şirovekirin, kêfa gellekan anî û […]

Kî dibê li Tirkiyê demokrasî tuneye babam?

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Hinek zikreş û xwedêjêstendî dibêjin “Law bi dîn û îman li Tirkiyê demokrasî tuneye, li Tirkiyê faşîzm heye” filan û fîstan û çend tirr û fisan dikin. Kuro law çawa li Tirkiyê demokrastî tuneye hi? Aha ji we re nîşana demokrasî, azadî û mafê mirovan. Dibêjin kekê me Seyitxan Karataş çima ku di xebatên hilbijartin […]

Xwedayê mezin wî bi dilovanîya xwe şad bike

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Welatparêz û parêzwanê mazlûm û feqîrên Kurdistanê, bavê hevalên me Receb, Erdal, Ahmet, Reşo, Hemzo, Osman û Hiseyn, Apê me Hecî Mihemed Kanar ( Mihemedê Gulîstanê) di koça xwe ya 3 salî de, wê di 24 ê Nîsanê  ango di roja qirkirina mazlumên Ermenîyan de, li bajarê Batmanê bi dana mevlûda  bi  Kurdî bê bi […]

Welatê goştê ker û bergîlan

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Wê şevê li bajarê Bûrsayê ez çûm aşxaneyekê. Dilê min diçû goştê birajtî, de min go salê carekê be jî ezê zikê xwe bi goşt dagirim, bila zikê min kêf û seyranê bike. Wele ez çûm. Min goştê xwe xest, sênîya min tije goşt kirin, selete, îsot û dew û ez ketim ser, bixweeeeeee û […]

Waa Rihanê bila hezkarên Kurd li te rast neyên!

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 0
Lotikvana Ciwanik ya 24 salî û Stranbêja Navdar ya Amerîkî Rihhana ya ku di nav kurdan de wek Xaltîka Rihanê jî tê naskirin, vê carê bi teredînîtiya xwe derket pêşberê hezkarên xwe. Di wêneyê ku avêtiye ser wîtwîtkê ango bi navê xwe yê din Twitterê de, Xaltîka me Rihanê li ser serrûtekî parêzvanên xwe partîya […]

Aha kerîtî ev e, mîza devê vexwarin

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Hinek ji van hecîyên Tirk birastî jî ehmeqên xwedê ne. Ne tenê ehmeq, herweha zirehmeqên xwedê ne, ker in kuro ker ker… De binerin, heke ev ne kerîtî be ji xwe ez bi tiştekî nizanim. Li gora Sînan Tartanoglû di rojnama Cûmhûrîyetê de nivîsandiye, dibêjin qefleyek Tirk çûne Umrê. Di dema umrê de rastî karwanek […]

Xalê me Yasîn ket lîsteya eyaletê

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Belê, siyasetmedarê Kurd, axayê eşîreta Bûbilanîyan, kilê çavê Kurd û Almanên bajarê Ludenscheîd ê, ezîzê ber dilê endam û rêvebirên partîya çep Dîe Lînke xalê me Yasîn Kut, vê carê lotikek bilindtir avêt û di rêza 28 an de ket lîsteya eyaleta Nordrein Westfalen. Yasîn Kut ê ku wek penaber hat Almanya û wek karkir berxwedana […]

ŞIRÎNMEH LI ME BÛ ZIQÛM

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
 Osman  piştî çil salî pîrekek dît û pê re soz û  qewlê xwe kirin yek ku bizewicin. Hat ba firoşkarê xalîça Zîyayê Kurd, jê re got “ Mam Zîya, sê  heb xalîçe bide min, ezê daweta xwe bikim û werim emê hesabê xwe bibînin.” Mam Zîya got “ Fermo haliçê xwe biecibîne, hesab dîtin hêsan […]

Mamo dîsa di nava hêvîyên me de rît

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Ev demek e serxwebûna Kurdistanê di rojeva dinyayê de ye. Peyamên ku serok Barzanî dide sînyalên serxwebûnê ne. Nanokîyên navbera Iraq û Kurdistanê, pirsgirêkên navbera Nûrî Malikî û hikûmeta Kurdistanê, têkilîyên Nûrî Malikî û melayên Îranê, destpêkirina şoreşa li Sûrîyê, nakokîyên li Tirkiyê û gellek bûyerên din, rê ji serxwebûna Kurdistanê re vekirine û vedikin. […]

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off

Darek xistin kuna wî jî

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Erê kêmasî û xeletîyên AKP û Kasimpaşalî Receb hene jî, lê bi ellawekîl kela dilê min li van general, çawîş û başçawîşên dolheram ên Ergenekonê rehet dike ha, xwedê heye. Ji zû de çavê me li rê bû û me digot ka wê kengî Org. Çevîk Bîr bê girtin. Çevîk Bîr ê ku li Îmralîyê […]

Wan jî û me jî bi tenê nehêle kek Nêçîr!

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Ez bawerim kêfa ji %99 Kurdan ji serokwezîrtîya kek Nêçîrvan Barzanî re hat û tê jî. Qe nebe kek Nêçîr ji binemala Barzanî ye, Kurdewar e, Kurdistanî ye, hem lihevhatî û hem jî sempatîk e. Yanî, tam li gora meqamê serokwezîrtîyê ye ellawekîl. Axir, piştî ku kek Nêçîr bû serokwezîr, ji çar alîyên dinyayê pîrozbahî […]

2 sal hindik in lê niha îdare dike

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Wek hûn zanin, kevne Mudurê Giştî yê Ewlekariyê û wezîrê hundur ê kevn Mehmet Agar, qesasê serê 17 hezar Kurdên faîlî nenas (qesasê wan naskirî ne lê de werhasil) e. Ew yek, dêlika Tansû Çîller dudu û sermezinê Çoban Silo Demîrel sisê. Ji xwe em behsa generalên Ergenekon û sererd û binerd nakin. Ew ji […]

Hayhoooo, bi navê “Kurdistan” li dijî Kurdistanê derdikevin qirikê!

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Ez bawerin li tu dera cîhanê, li tu welatî, li nav tu qebîle û eşîrên Afrîkayê jî nehatiye dîtin ku rêxistin an partîyek li ser navê welatekî derkeve rê, bi hezaran xort û keçên xwe di wê rêyê de bide kujtin û li dijî serxwebûna welatê xwe derkeve. Ev pelûl û şorbe tenê bi serê […]

Êdî xiyarek têra jina azad nake

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Xuyaye azadîya ku ji bo jinê tê xwestin ev e. Du, sê û çar xiyar! Azadîya jinê li seranserê dinyayê, bi taybet li welatên rojava xalek bingehîn û sereke ye. Bi taybet di warê cinsî û zayendî de êdî sînor minor nemane, ji jinê re her der deşt e û li her derê ardê xwe […]

Em wek jinika Brezîlî jî nayên kuro!

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Jinika Brezîlî ya ku ji yek salîya xwe  heta 35 salîya xwe jiyana xwe di nexweşxanê de derbas kiriye û dest û lingên wê nagirin, bi devê xwe pirtûkek nivîsand û navek bi dû xwe xist.   Elîana Zaguî serpêhatîya jiyana xwe ya 38 salan di pirtûkekê de kom kir û bû nivîskar. Hem jî […]

Tu kurê kê yî oxlim?

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Qûnekê meşhûr, zinêkarê doxînsist, Adnan Oktar ê ku qaşo xwe wek şêx û mişêyixan dibîne û di nav sosyeteyên Tirkiyê de hinekî navdar e, di kanala xwe ya televizyonê de zimandirêjîya Serok Barzanî kir û henekê xwe pê kir. Oktar ê ku kesek nizane bê bezê bin guhê bavê wî ji ku ye û ji […]

Ê de haydê qurban, îcar dor dora we ye!

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Belê ezîzim, xuyaye wê Kurdên Lor, Lek û Bextîyarî jî êdî dest bi teq û reqê bikin û li dijî rejîma Îranê bidin lotikan. Li ser bextê malpera Xendan be, dibêjin 7 Kurdên qerase vîdeoyek belav kirine, bang li Kurdên Lor, Lek û Bextîyarî kirine ku êdî ji temara mirinê şiyar bin, çaroxên xwe têxin […]

Xalê Remo heqê min çiqas e? (Pêkenok)

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Xeto li ber dikana şêranîfiroşekî re derbas dibe. Li şêranîyên hundur dinêre, mahdê wî dihere şêranîyê. Bêyî silava Xwedê derbasî hundur dibe. Radihêje tenê şêranîyekê û dixwe… Dihere li ber termûzê avê disekine û pênc-şeş qedeh ava cemidî bi ser xwe dadike… Berî ku pereyê heqê şêranîyê bide, radihêje çar-pênc peçeteyan dev û destê xwe […]

Mewlûd bi Kurdî xweş e

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Li bajarê Batmanê zêdeyî 50 hezar Kurd Hz. Mihemed pêxember bi bîr anîn û mewlûda Kurdî xwendin. Wek ku her sal çêdibe, îsal jî Kurdên misilman û bawermend bi xwendina mewlûda Kurdî Hz. Mihemed pêxember bi bîr anîn û ruhê wî şad kirin. Tirk, Ereb û Faris hetanî îro ola îslamê ji bo berjewendîyên dewlet […]

Weşanxaneyên zimanê kolanan negirtin nav xwe

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Li ser bextê gundî û cîranan be, li gora jinkok û mimkok li ser tenûrên Hewlêrê dikin galegal, dibêjin xwedêgiravî îsal pêşangeha pirtûkan li Hewlêrê çêbûye û lotikvanên pêşangehê weşanxaneyên Kurdên bakur, rojava û rojhilat negirtine nava xwe. Dibêjin 330 weşanxane beşdarî pêşangehê bûne û tenê 32 ji wan weşanxaneyên Kurd bûne. Dîsa dibêjin ku […]

Aqilê Kurdan di serê xirrê wan de ye

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Li ser bextê xebatkarên rojnama Rûdaw ê be, dibêjin çalakvana Kurd Kwêstan Gadanî gotiye ku “Mêrên Kurd li Norwêçê di destdirêjîya sexsê de pileya yekê girtine” û lotikek li mêrên Kurd xistiye. Li gora gotina xaltîka me Kwêstan Gadanî, dixuye ku mêrên Kurd li Norwêçê serkêşîya tecawiz û zinêkarîyê dikin û hefsarê destdirêjîya sexsê xistine […]

AVA KURDISTAN

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Ava Kurdistan aveke pir e Almas û cewher, aqûd û dir e Ji Kurdar  ziwa bo dijmin şil e Bo çi naxin dest avnadin gula Axa Kurdistan axek zêrîne Madena tê de hawîr dirjîne Serî rake Kurdo ma tu nabîne Petrol dikşênin ji rayê xwînê Bi tiştek hindik biha didin te Nabê serî rak ew […]

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off

Piştgirîya Rojavayê Kurdistanê Bêminetî ye

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Divê hemû Kurd madî û manewî piştgirîya şoreşa ku li Sûrî destpêkirîye bikin, bikin ku ew desthilatdarîya dîktator, zulma ku ji alî Esad ve li Kurdan, Ereban û hûrgelên din têkirin ji holê rabe. Çawa li welatên Ereban wek, Sûdan, Misrê, Lîbya, Yemen, li hinik welatên merga Ereban yên wek Qeter, Dubay û ana jî […]

Fitûyên odeya razanê

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Selefî yê xurufî mele Cemal Merakbî yê Misrî, dîsa lotikek kesanedî avêt û tirrek ji tirra bergîlê mezintir kir. Bawer bikin dengê tirrên wî ji dengê topa qiyametê jî xurttir in. Xwedênehişto her ku fitûyekê derdixe navekî bi dû xwe dixe û ji van model û mankênên doxînsist jî zêdetir di rojevaê de dimîne. Yanî […]

KÊ ZÎN LI WE KIR GELO ?

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Zînek li hevserokê BDPê Silhedîn kirine, hûr û kûr dibeze . De bibeze  Silhedîn bibeze binê te erd e, berde ha berde. Dizgîna te berdin jî tu ber ve Kurdistanê nabezî, Enqere ji te  re mêrg û çîmene.     Silhedîn bûye aqilbendê dewleta Tirko, dibê “ Heke hûn bi ya serokê ser erd û bin […]

Vê fersendê nerevînin û bibin mêrê 24 an

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Jinkoka Amerîkî Lînda Essex a 68 salî, heta niha 23 mêr kirine, 23 xiyarên qeşartî ceribandine û niha li xiyarê 24 an digere. Lînda xanim a germik, nermik û perçiqî, dibêje ku ew bê xiyarên qeşartî nikare bijî û berî mirinekê dixwaze xiyarê 24 an jî biceribîne, li gora dilê xwe biqeşêre, bike cacîq û […]

Ji Igdirê heta Hatayê Kurdistan

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Nîvserokê BDP û qerasê zilaman kekê me Selahattîn Demîrtaş, hevpeyvînek qerase da rojnama Taraf ê û ziravê Erdogan û hikûmeta wî qetand. Seloyê me ji Neşe Duzel xanimê re got ku „Binerin cîgerim, heke Îraq parçe bibe wê Kurdistana serbixwe ava bibe, lam û cîm ji vê re tune. Dibe ku li Sûriyê xweserî yan […]

Aqûbet li Kurdên bakur be

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Her ku diçe cîh li Beşarko teng dibe û dibe tirra tirra wî. Çi di nava Sûrîyê de, çi jî di qada navnetewî de, herkes diranên xwe li Beşarko diseqînin û dixwazin ku rojek berî rojekê dev ji desthilatdarîyê berde û bicehime here. Di vê rewşê de fersendek mezin ji Kurdan re çêbûye. Heke Kurd […]

PISMAMÊN ME SÎNORÊN ME GUHERTINE

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Pismamên me yên Ermenî bi van herdu xweşik û nermikan nexşeya Kurdistanê xemilandine. Bi baldarî min lê mêze kir ku sînorên me berjêr kişandine, li jor ji xwe re ax hiştine ku bibin pardarê me. Ma hûnê di wê axê de bacanên sor, xîyar an zebeşan  biajon bavê min ? Xaka Kurdan ji we re […]

Nêçîrê me bû serokwezîr

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Belê, dora tenûrê ji YNK derbasî PDK bû û cara duyem e  kek Nêçîrvan Barzanî dibe serokwezîrê Kurdistanê. Em wek endamên Partî Demoqratî Lotikxane kek Nêçîrvan û wezîrên wî pîroz dikin û di van herdu salên pêşerojê de ji wan re serketin û lotikên Kurdewarî dixwazin. Kurtejiyana serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî. Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta […]

Xalê me Yasîn ket lîsteya eyaletê

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Belê, siyasetmedarê Kurd, axayê eşîreta Bûbilanîyan, kilê çavê Kurd û Almanên bajarê Ludenscheîd ê, ezîzê ber dilê endam û rêvebirên partîya çep Dîe Lînke xalê me Yasîn Kut, vê carê lotikek bilindtir avêt û di rêza 28 an de ket lîsteya eyaleta Nordrein Westfalen. Yasîn Kut ê ku wek penaber hat Almanya û wek karkir berxwedana […]

PEVAJOYEK NÛ

  • by
  • 7 Years ago
  • Comments Off
  Kurdistan di nav çar welatên mêtîngehkar de hatiye parçekirin û parvekirin. Pêvajo û şertên wan perçeyan cuda cuda ne. Ji bo Kurdistanek serbixwe di warê sîyasî u dîplomasî de, desthelatîyek netewî, yekîtîyek bi regez pê divê û divê statuyek jî hebe. Piştî rûxênkirina hikimranîya Baasê li Îraqê, li başûr bi kefteleftî parçeyek Kurdistan hate […]

Çûn erş, hatin ber terkê reş

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Encumena Niştimanî ya Sûrîyê berî niha di civîna xwe ya li Stenbolê de daxwazên Kurdan qebûl nekiribû, bawer dikir ku her tişt temam e û wê şoreşa Sûrîyê bêyî Kurdan li dar keve. Lê xuyaye piştre hişê wan hat serê wan, bi hêz û giranîya Kurdan hisiyan û ji xewn xeyalokan veciniqîn. Belkî bi zor […]

Aha îcar govend xweş bû

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Belê, esselamun aleykum û silavên xwedê li ser civata hazir be. Ji zû de min lotik neavêtibûn. Vê sibê gava ji xew rabûm serê min, pişta min û hema bêjin laşê min tevde xuriya. Gava laşê min dixure, pê dihisim ku wextê lotikavêtinê hatiye. Hema radibim dikevim ser malmîrata înternetê û dest bi lotikên xwe […]

Cegera Min!

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Wey cegera we biperite!… Wey cegera we di hundurê we de biwerime û hey biwerime û bê girm û biteqe û di dereke we re derkeve!… Wey cegera we bibe kezeb! Na û sed carî, hezar carî na. Em kurd weke hişmendî hîn ji bo rêzefîlman negîhiştine, nestewîya ne. Ji bo vê, pêvajoyeke bi rêkûpêk […]
Page 1 of 212 »