Wax, wax, serokê Hizbûllahê di ser lotikan de hat girtin

Wax, wax, serokê Hizbûllahê di ser lotikan de hat girtin

De werin vê ecêbê û kirasê xwe necirînin..

Berpirsê Hizbûllah ê bajarê Adanayê Ekrem E (ku sedî sed yan Kurd e yan jî Mihelmî ye), di ser fihûşê de hat girtin.

Li gora çapemenîya Tirko dibêje, dibêjin Ekrem E efendî cercûrek di nav şeqê jinika bi navê Elmas K de vala kiriye û cercûra duyem li keleşa xwe siwar kiriye. Lê dibêjin berî ku Ekremo cercûra duyem jî di nav şeqê Elmas xatûnê de bireşîne, bêbavê polîsan girtine ser baregeha fihûşê û Ekremo girtine.

Hûn dibînin bê hinek tarikselat li ser navê xwedê û Partîya Xwedê çi gûyî dixwin ne?

Hizbûllah!

Yanî Partîya Xwedê!

Olan oxlim, hey min xirrê Huseyîn Welîoxlû di qûna we kirino, ma endamên Partîya Xwedê li ser navê xwedê zinêkarîyê dikin ewladim?

Ma xwedayê mezin ewqasî reben û bêmecal e ku hûn li ser navê wî partîyan ava dikin û di bin perda wî de zinêkarîyê dikin oxlim?

Law Ekremo, madem kîrê te rabûbû û yan jî jina te li ber çavê te reş bûbû, law te xiyarek têxista xwe û li avdestxanê bi xwe xweş banîya ne çêtir bû kuro!

Ekrem E!

Hem jî berpirsiyarê Hizbûllah ê bajarê Adanayê!

Ev çi rezaletîye sayin girgirekên Hizbûllahê?

Law xwe dawşînin û zinêkarên wek Ekremo di nav partîya xwe de nehêlin, wan nekin berpirsiyar qardaşim, wî!

Adana

About The Author