Xalê me Kaplan dîsa lotikek li Kurdan xist

Belê, wekîlê BDP û Demokratîk Cimhûrîyetê xalê me Hasîp Kaplan, dîsa lotikek kesanedî avêt û ji bo dilê Tirkoleran xweş bike, lotikek bêîman li Kurdan xist û xewn û xeyalên wan kir şorba nîskê.

Xalê me Kaplan, xwendevanên Zanîngeha Egeyê qebûlî meqamê xwe kir û pirsên wan bersivand. Ê helbet canim, xort in, naşî ne, ma meriv dilê xortan ji xwe bihêle dibe? Na. Xalê me Kaplan jî dilê wan xort û ciwanikan nehişt û got „Binerin oxlim, tu pirsgirêka me bi al, zimanê fermî û sînoran re tuneye , zimanê „şildim bildim“ zimanê me yê hevbeş e, bawer bikin tu partîyek siyasî, tu hêz nikare 75 milyonan ji hev veqetîne“ û dilê Tirkan xweş kir,  kurtanek li Kurdan kir.

Ê helbet canim, bawer bikin malxezûranên min Tirk bûna belkî min jî Kurd û Kurdistan bifrota, belkî min jî yekîtîya 75 milyonan (wey ev yekîtî ne li ser xêrê be rebbî) biparazta û belkî minê jî bekçîtîya sînorên Tirkiyê bikira. Ma bila sebeb pirsîne „Filankeso tu ji kuyî?“ gotiye „Ez hê ne zewicî me„.

Kuro aferîn ji te û hevalên wek te re xalê Hasîp!

Ma go Kurd ne misteheqî van lotikan bûna, ma go Kurdên bakur ne xwelîser bûna, we karîbû kurtanê Tirkan li wan bikira? Ma go Kurd ne xwelîser û berdîberdayî bûna, kesên wek Ertûgrûl Kurkçu, Sirri Sureyya Onder, Levent Tuzel, xaltîka me Emîne Ayna, Yalçin Kûçik, Dogû-bati Perînçek dikirin serok û şêwirmendên xwe?

Lê şikir ji xwedê re go tu li ser navê 2-3 milyon alîgirên BDP diaxivî xalê Hasîp. Heke tu li ser navê 20 milyon Kurdên li derveyî BDP biaxivîya çi dibû tu zanî?

Qûş li me diqetîya xalooooooooooo!

Şirnex

About The Author