Nayê xwarin lê ket rêza yekem

People Magazine ankêt û lêkolînek li ser jinên herî bedew yên cîhanê çêkir û ji xelkê pirsî:

-Ka bêjin oxlim, kîjan jin bala we dikşîne, kîjan jin xwîna we dikelîne û difûrîne, kîjan jin tevzînokê bi canê we dixe, kîjan jin hormonên we amadeyî şer dike hi?

Li gora encama lêpirsînê, piranîya zilaman lotikvana melez, stranbêja çîkolatayî, doxînsista germik û nermik BEYONCE wek jina herî seksî ya dinyayê ecibandine û hilbijartine.

Li gora pisporên me yên sererd û binerd dibêjin, BEYONCE ne ewqas xweşik û bedew e, bi makyaj û himra û bodra piçekî şîrîn dibe. Wekî din nayê xwarin, ne tê kelandin, ne tê qelandin û ne jî tê birajtin. Lê dibêjin wek nebat û baharatê meriv bi xwarinê dake û bixwe ne xirab e.

Axir, ka hûn jî biryarekê bidin qurban.

Gelo wek tê gotin BEYONCE xanim xwîna we dikelîne, li we radike, nav lingên we şil û pil dike yan na?

Amerîka

About The Author