Ji Igdirê heta Hatayê Kurdistan

Nîvserokê BDP û qerasê zilaman kekê me Selahattîn Demîrtaş, hevpeyvînek qerase da rojnama Taraf ê û ziravê Erdogan û hikûmeta wî qetand.

Seloyê me ji Neşe Duzel xanimê re got ku „Binerin cîgerim, heke Îraq parçe bibe wê Kurdistana serbixwe ava bibe, lam û cîm ji vê re tune. Dibe ku li Sûriyê xweserî yan federasyon ava bibe, ev jî guman tê de tuneye. Ji xwe li Îranê wîlayeta Kurdistanê heye. Di vê rewşê de, wê ji Îgdirê heta Hatayê hemû sînorê başûr yê Tirkiyê bi fermî bibe Kurdistan. Bi ellawekîl ne Kasimpaşalî Receb kare xwe li ber vê hêzê bigire, ne jî çeqel û keftarên din. Wê demê çi dimîne? Dimîne ku Tirkiye kumê xwe deyne pêş xwe û bi lez bi Kurdên xwe re aştiyê pêk bîne“ filan û bêvan.

Ez serê we bêşînim û neêşînim, Seloyê me vê carê ji Igdirê heta bi Hatayê beksa Kurdistana mezin kir û dilê me xweş kir. Lê wê kengî dev ji wê çîroka Xweserîya Demokratîk berdin û behsa federasyon yan serxwebûnê bikin, aha ez wê nizanim. De ka wê jî hûn texmîn bikin we go çi….

Stenbol

About The Author