Aha îcar govend xweş bû

Belê, esselamun aleykum û silavên xwedê li ser civata hazir be.

Ji zû de min lotik neavêtibûn. Vê sibê gava ji xew rabûm serê min, pişta min û hema bêjin laşê min tevde xuriya. Gava laşê min dixure, pê dihisim ku wextê lotikavêtinê hatiye. Hema radibim dikevim ser malmîrata înternetê û dest bi lotikên xwe dikim.

Lotika vê carê li ser du xortên çeleng û seksî, li ser du lehengên siyasetê ne. Yek jê nevîyê serok  Mistefa Barzanî ye, yê din jî kurê pisporê siyasetê mam Celal Talabanî ye. Ez behsa kek Nêçîrvan Barzanî û Qubad Talabanî dikim ha, kesekî din neynin bîra xwe qurban.

Kek Nêçîr hem pêşmerge ye, hem jî siyasetmedar. Ê helbet kek Qubad Talabanî jî kurê bavê xwe ye wî, wek bavê xwe şareza û lîztikvan nebe jî, lê daye dû şopa bavê xwe û xuyaye wê siyasetmedarekî  qerase jê derkeve. Li Amerîkayê di nav keftarên siyasetê de nûnertîya Kurdan kirin ne hêsan û rehet e, ne karê zarokan e. Canekem Qubad Talabanî çend sal in li Amerîkayê nûnertîya hikûmeta Kurdistanê dike û têra xwe hînî lotikên siyasetê bûye.

Axir, mesela me li ser xort û ciwanan û rola wan bû.

Wek hûn jî dibînin, serokwezîrê me kek Nêçîr xortekî çeleng û di kemla xwe de ye. Ê ji serokwezîrekî ciwan û seksî re şêwirmendekî çawa pêwist û lazim e? Helbet dîsa şêwirmendekî xort, çeleng û seksî. Ê di nav YNK de yê herî xort, seksî , germik û nermik kî ye? Helbet kek Qubad Talabanî ye. Îcar gava du xortên jêhatî dest bidin hev û dest bi lotikan bikin çi dibe? Helbet qiyamet radibe.Ez  bawerim wê bi serokwezîrtîya kek Nêçîrvan Barzanî û bi şêwirmendîya kek Qubad Talabanî Kurd  di qada navnetewî de astek bilindtir bi dest xin û wê lotikên xurttir bavêjin.

Ez ji niha de ji kek Nêçîr û kek Qubad re serketinê dixwazim û xwedê bikim tifaqa wan xurttir bibe.
Lê ez çi meraq dikim hûn zanin?

Ez meraq dikim gelo kek Qubad jî wek bavê xwe mam Celal ji goştê elokan hez dike yan na?

Hewlêr

About The Author