Gunikre?

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 4

Demên berê ji ber ku elektirîk zêde  tunebû, gundiyan bê elektirîkê jî jiyana xwe didomandin. Karên xwe û pêdiviyên xwe, li gor ?ert û rew?a wê demê û bê elektirîk çareser dikirin. Loma di wan deman de hê li gundan a?ên ku bi elektirîkê kar dikirin hema hema tune bûn. A?ên hebûn yên ku bi avê kar dikirin, bûn.  Ew jî li her gundî tune bûn. Ew bêtirîn li gundên ava wan zêde û rew?a wan ya aborî ba? bûn, hebûn. Gundiyên derdorê ango gundê ku a? lê tunebûn, ji bona genimên xwe bikin arvan diketin rêyan û berbi ê? ve diçûn. Genimên xwe bi heq dikirin arvan. Lê gelek caran gundî bi rojan diketin dorê heta ku genimên xwe bihêrana.

Lê li gund kesekî bi navê Derdo hebû. Yekî zîrek, hinekî jî mêr û ji xwe bawer bû.  Loma wî tim genîmê xwe li ê? zû dihêra û li mal vedigeriya.  Bavê Derdo vê rew?a kurê xwe meraq dike ku ew çawa weha zû dihare ê? û tê. Ji ber gundiyên bi kurê wî re jî diçûn ê? du an jî sê ?evan li ê? diman hate ku dor dihate wan. Loma xalê Ehmo rojekê bangî kurê xwe Derdo dike û jê pirsî:

-Derdo kurê min, bi rastî min rew?a te hê fêm nekir ku tu çawa weha zû ji ê? vediger. Ma qey qira? dostê te ye ku te naxe dorê? Ev çi mesele ye kurê min?

Derdo yê me xwe hinekî dibixudîne, weke bêje; ´ma kes dikare bi kurê te´. Loma bi awayekî ji xwe bawer û bi pozbilindi li bavê xwe vedigerîne

-Bavê min î çargurçik! Ma ne ez jî kurê bavekî çargurçik im. Loma divê ez jî hema hema bi qasî te mêr bim.

-Çawa yanî?

-Ji bavê xwe re bêjim. Dema li ê? dibim mêvan, dora xwe dixim pê?iya hemû kesên li wir ku di dorê dene. Kî deng bike, an ji vê yeka ez dikim, ne xwe?hal bin, ez çend kulman li wan didim, êdî yên wir hemû bêdeng dimînin heta ku genimê xwe dihêrim. Pi?tî min êdî dor dîsa weke berê digere.

-Aha ev mesele ye. Min jî digot bê hela tu çi dike. Lê kurê min xuya ye tu hê li gunikre?an rast nehatiye. Wê ev yek tim weha ji te re li hev neyê. Dema tu li gunikre?ekî rast hat ez dizanim wê çi bîne serê te.

-Bavo meraq neke. Kesek nikare pi?ta kurê te bide erdê.

-De ba? e lawo. Xwedê bi te re be. Lê hay ji xwe hebe, tê rojekê li gunikre?î rast bê ha.

Bi vî awayî Derdo yê me, çi dema dihare ê? ew nakeve dorê û genimê xwe berî yên li wir hemûyan dihêre û li mal vedigere.

Rojekê dîsa Derdo yê me dihare ê?, dema xwe dighêje wir hema yek ser barê xwe datîne û xwe dixe pê?iya hemûyan da ku genimê xwe bihêre û vegere mal. Lê kesekî di dorê de ye. Vê yekî qebûl nake li Derdo dinêre û jê re dibêje:

-Hê lo lo ma tu çi dikî?Divê tu jî weke me hemûyan bikekev dorê. Divê herkes hedê xwe  û dora xwe bizanibin.

Derdoyê me ji vê gotina mêrik aciz dibe. Lê weke deng neçûbûyê tev digere. Loma ew qet rew?a xwe xerab nake. Devê têra genimê xwe vedike ku bixe dewla ê? ku bihêre. Hema ew mêrikê ku fîstanekî sipî bi ser bedena wî ya re? bû, xwe dighêjîne Derdo û bi hustukura wî digire û dest bi ?er dikin. Yek li yê din dide. Hevdu dibin û tînin. Di wê nav berê de kesê ku fîstanê sipî lê bû, Derdo davêje erdê û bi kulman lê dide. Lê hingî li Derdo dide, hay ji xwe nabe û nabîne ku fîstanê wî berbi jor de çûye. Ji ber ku mêrik bê derpîye gunikê wî yê re? berbi çavên Derdo dikeve ku çi bibîne. Dinêre ku gunekî re? û mezin bi mêrik ve ye. Hema wê gavê gotina bavê wî ya ku digot: ”Tu hê li gunikre?ekî rast nehatiye”tê bîrê û gazî mêrik dike û dibêje:

-Heyran bes e. Bes e. Min cîz e. Êdî ez ê jî weke herkesan bikevim dora xwe. Ji ber ku ez li gunikre?ê ku bavê min behsa wî dikir rast hatim…

Bi hêviya ku wê rojekê Qijikê me yê Dersîmê yê ku tim dora xwe dixe pê?iyê, biborin dev davêje xelkê, li gunikre?ekî rast bê…

  • facebook
  • googleplus
  • twitter
  • linkedin
  • linkedin
Previous «
Next »

4 Comments Already

  1. Law welle kek Bubê Eser rabuye ser tapanan. Yaw cîgerim aniha min chi gotiye, hi? Min gotiye ku kekê me Bubê Eser di nivîsên xwe da pirr xeletiyan dike. Ê ma babam min derew kiriye, yan jî tishtekî xelet kiriye ku kekê me li ber xwe dikeve? Bi serê Sofî Xelef be ku naaa! Keko, ez ne te nas dikim ne jî dilê min li te maye haaa. Ma tu chima dixwazî ku min li Gunikreshan bidî terbiye kirin, wîîî. Ma chima nîshandayîna xeletiyên te, te wilo li dijî min sor dike heyatim? Qerdashim ez dixwazim nivîsên kurdî yên bi rêzimaneke rast bixwînim, loma jî mafê min heye ku wekî xwînerekî bê derpî bala nivîskarên xwe bikishînim ser kêmasiyên wan, daku bila pashê nebêjin: “Law xwînerên me bi tevayî jî wekî ga ne ellawekîl haaa.”

    Binêre kekê mino, te dîsan di gotara xwe da xeletî kirine:

    – “… li mal vedigeriya.”
    Lê mirov dibêje “… li malÊ vedigeriya.” Li chend ciyan jî dubare kiriye.

    – “Êdî ez ê jî weke herkesan bikevim dora xwe.”
    Lê mirov dibêje “… weke herkesÎ …”.

    U her wekî din, u her wekî din.

    Bi hêviya ku kekê me îcar sor nebe u nifirên weha qerase bi ser min da neke qerdashim. Ez rebenê xwedê yê ku ji derî zimanekî têkuz u rast yê kurdî tishtekî din naxwazim, ma qey van lomeyan heq dikim pismamino?

  2. Qijikè Dèrsimè,cavè minè kexveyiyi yabo.cevtiyà me bejikè,em rastkin bradercan.ji bo rèxnè rez girtin ferzi.bla daim veki Qijikà bi Qiji.Qijinà bo kurdiyati sercavanè §ukri gulmu§è, kurdi ne zan nebit.xwudayè mixriban te,ji nifira dià mi star kit.amin beji.seyh gozel bi te bit.

  3. Cîgerim Qijiko, bi shesh telaqên bê fitu tu van nifiran heq nakî u mafê te jî heye babam. Welle heta ku em kurd ew xwelî li ser bin, kurdiya me jî dê ji “here-were” wêdatir pêsh nekeve canim cîgerim.

    Heyatim Barzan, chavên te xwaro, roniya agirpêketiyên di xewnan da, yaw yek tenem ma tu bi kîjan kurmanciya belengazok dinivîsî, hi? Bi xwedê chiqes lê hur u kur dibim jî serê min nikare shîfreyên rêzimana te vebêje lo. Law de hinekî gunehê xwe bi me bîne pismamo, wîîî.

  4. Brayè Ruvifi.ja vaviko.veki gotina te ruxekan cevto, mevtoyi.ez gora brayè xwu bibim.bla sercavan.ja serchavan?brayo em her a ba§ u qencin.cevto,mevto .le belè kurdin.

Leave a Reply

Your email address will not be published.

%d bloggers like this: