Wan jî û me jî bi tenê nehêle kek Nêçîr!

Ez bawerim kêfa ji %99 Kurdan ji serokwezîrtîya kek Nêçîrvan Barzanî re hat û tê jî. Qe nebe kek Nêçîr ji binemala Barzanî ye, Kurdewar e, Kurdistanî ye, hem lihevhatî û hem jî sempatîk e. Yanî, tam li gora meqamê serokwezîrtîyê ye ellawekîl.

Axir, piştî ku kek Nêçîr bû serokwezîr, ji çar alîyên dinyayê pîrozbahî jê re tên û diçin. Helbet Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê jî pîrozbahî jê re şandin û kêfxweşîya xwe anîn zimên.

Lê ya herî xweş, Kurdên ku piranîya jiyana xwe di ber rêbaza Barzanî û PDK de heba kirin, li Amedê pîrozbahîyek germ ji kek Nêçîr re şandin û kêfxweşîya xwe anîn zimên. Wan kesayetên ku kesayetîya serok Mistefa Barzanî di kesayetîya serok Mesûd û kek Nêçîr de dibînin, ji Nêçîrvan Barzanî xwestin ku çavên wî li wan be, kedkarên doz û rêbaza Barzanîyê nemir ji bîr neke û xwedî li wan derkeve.

Êêêêêê, wan jî û endamên Partî Demokratî Lotikxane jî ji bîr neke kek Nêçîr! Welle û bille me jî jiyana xwe di ber heman doz û rêbazê de heba kir canekem. Bela çavê te yê çepê li ser wan be û çavê rastê jî li ser me lotikvanan be qurban….

Amed

About The Author