Aqilê Kurdan di serê xirrê wan de ye

Li ser bextê xebatkarên rojnama Rûdaw ê be, dibêjin çalakvana Kurd Kwêstan Gadanî gotiye ku “Mêrên Kurd li Norwêçê di destdirêjîya sexsê de pileya yekê girtine” û lotikek li mêrên Kurd xistiye.

Li gora gotina xaltîka me Kwêstan Gadanî, dixuye ku mêrên Kurd li Norwêçê serkêşîya tecawiz û zinêkarîyê dikin û hefsarê destdirêjîya sexsê xistine destên xwe.

Tew tew tew, tew tew tew xaltîka Kwêstan!

Keçê peppûkê, qirikê, porkurê, ma belasebeb dibêjin “Aqilê Kurdan di serê kîrê wan de ye” hi? Ma ku Kurd destdirêjîya sexsê jî nekin, wê çi xwelîyê li serê xwe bikin? Kurdên kîrhar, têkevin nav wan kezîzerên Norwêçî, Swêdî, Fînlandî û destdirêjîya sexsê nekin ha, tew mala minê, ma ev dikeve aqilê kê xaltîka Kwêstan!

Na na xaltîka Kwêstan na, haya te jê nîne lê Kurd hatine şoreşa sexsê li Ewrûpa û Îskandînawyayê bikin ez qurban. Ew destdirêjîya sexsê nakin, fêrî lotikên sexsê dibin, hînî rêbaz, destûr, taktîk û stratejîyên sexsê dibin ji bo ku di Kurdistana azad de bibin pispor, bibin seksolog û rê li ber hevduberdanên ku îro li Kurdistanê rû didin, bigrin.

Yan ez xelet im canekem?

Oslo

About The Author