Milyarek dînar û ne tiştek

Li ser bextê gendel û bertîlxurên Kurdistan û Iraqê be, dibêjin serokwezîrê hikûmeta Kurdistanê yê berê kek Berhem Salih her meh milyarek (860.000 dolar) ji ofîsa mam Celal re rêkiriye. Ev pare ji butçeya  herêma Kurdistanê wek diyarî ji mam Celal re hatiye şandin.

Îcar hinek zikreş gazindan dikin û dibêjin „Mehê 860.000 dolar pir e kaka, ji bo çi“ û didin lotikan.

Law xwedî wîjdan bin kaka, ma mehê 860.000 dolar ji bo ofîsa mam Celal tiştek e? Ma ev jî pare ye?

Law 860.000 dolar mehane têra goştê elokên ofîsa mam Celal nake wî. Ma goştê elokan ewqas erzane kaka, wey! Bi sê telaqan ez bûma minê her meh 5 milyon dînar ji ofîsa mamo re bişanda. Ma law têrkirina zikê wan Erebên qûnreş ewqas hêsan û rehet e, ma pare têra zikê wan dike? Ma ne divê mamo zikê wan Ereboşkan têr bike, destê xwe di ser serê wan re bibe, goştê elokan ji wan kêm neke, wan germik û nermik bike da ku Ereboşk bên ser rêya îmanê û mafê Kurdekan qebûl bikin ha.

Werhasilî kelam, bi namûs mehê 860.000 dolar ji mamo re kêm e û ne zêde ye. Kuro ma ku ne bi pare û xwarina goştê elokan be, ev Erebên bêderpî dibin insan law!

Silêmanî

About The Author