Dibêjin Partîya Îslamî ya Kurdistanî PÎK li ber avabûnê ye, rêber û serwerên wê di nav xebatek bêhempa de ne, bi şev û roj dixebitin û dest bi lotikên Kurdistanî kirine.
Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Amedê be, dibêjin li ser navê PÎK ê kekê me Parêzer Sitqi Zîlan peyivîye û kêm zêde çarçoveya armancên PÎK ê eşkere kiriye.
Belkî ev cara yekê ye ku di siyaseta legal a Tirkiyê û bakurê Kurdistanê de partîyek Kurd bi navê „Kurdistanê“ derdikeve rê û helwestek Kurdistanî datîne. Her çiqas makzagona Tirkiyê rê nade ku partîyên Kurd bi navê Kurd û Kurdistanê siyasetê bikin jî, lê danîna vê helwestê û bikaranîna navê Kurdistanê bi serê xwe lotikek Kurdewarî û pîroz e. Ez bawer nakim dezgehên dewletê partîyek bi navê Kurdistanê qebûl bikin. Lê avêtina vê gavê pîroz û bimbarek e.
Ji zû de Partî Demokratî Lotikxane dikir qareqar û digot „Çima Kurd partîyek Kurd-Îslam“ ava nakin û dev ji dûvikê îslamîstên şovenîstên Tirk bernadin hewarêêêêêê“ û gilî û gazind dikir. Derketina PÎK ê wek partîyek Kurd-îslam dide xuyakirin ku îslamîst û misilmanên Kurd êdî li rastîya xwe vedigerin, sextekarîya îslamîstên Tirkên şovenîst nas dikin û dibînin ku îslamîstên Tirk misilmantîyê û dînê îslamê tenê ji bo berjewendîyên xwe û dewleta xwe bi kar tînin.
Li gora ku kekê me Sitqi Zîlan daye zanîn, wê PÎK hewl bide ku Kurdên misilman – çi yên di nava partîyên Tirkan de, çi jî yên li derveyî wan- li dora xwe vehewîne, Kurdan hişyar bike ku dev ji daw û dûvikên îslamîstên şovenîst berdin, wan bîne ser xeta Kurd û Kurdistanîbûnê û ji bo bidestxistina „mafê çarenûsî“ berê wan bide siyasetek Kurd û Kurdistanî, misilmantîyek durust û rasteqîn.
Kekê me Zîlan dibêje ku „Emê qet dijminatîya partîyên din ên Kurd nekin, emê bi wan re di nava tifaqê de bin, bê tifaq û hevkarî bidestxistina azadî û edaletê pêk nayê“ û daye zanîn ku wê PÎK şerê Kurdan neke.
Belê, PÎK ji bo bidestxistina “Mafê çarenûsa gelê Kurd” dadikeve qada siyasetê û wê siyasetek Kurd û Kurdistanî, misilmantîyek Kurd û Kurdistanî bimeşîne.
Em wek sofî û melleyên alîgirên Partî Demokratî Lotikxane ji niha de lotika PÎK ê pîroz dikin, xwedayê mezin 71 horîyên bihuştê bike qismetê her endamekî wê rebbî..
Mûş
Tir ji Îmamoglû jî berdan
Divê em xwe li ber barana xelkê şil nekin
Leyloka me jî ket nav karwanê aştîxwazan