Dewlemendîya Klamên Kurdî

Dîlok; yanî stranên dîlanê an jî ji stranên dawet, merasîm û reqsê re tê gotin. Stranên reqsê, di şahîyan de tên gotin. Stran bi gelemperî dema ku lîstik tê kirin bi awazekî tê gotin. Dîlok, bi awaz û bi tevgerîyên fîgur û lîstîkan e. Di şahîyan de  ewilî mirovekî dilîze dibêje, paşê  mirovên din  dubare dike. Gotinên stranê  bi gelemperî ji gelek benda tê holê û di her bendê de tê guherandin. Lê belê awazê wî di her bendê de wekhev e û nayê guherandin. Dîlok qala her bûyer  û çîrokê dike. Hew di stranên reqsê de carina stranên epîk tê gotin. Heyranok û destan jî bi reqsê re carina tê gotin. Stranên enstromantalê bi gelemperî bi def û zirne tê îcra kirin.

             Gel an xelkên mayînde vêya bi kar naynin. Bi gelemperî  aşiq (Mitrip)def û zirne bi profesyonelî bi kar tînin. Berê Kurd bi gelemperî li kêleka çîyayan dijîyan. Dawet an şahîyên xwe li meydanê gund an di kuçeyan de pîroz dikirin. Wê demê ev cîhazên mûzîkê pir nedihatin bikar anîn. Di dawet an şahîyan de aşiq dihatin li def û zirneyan didan. Cil û berqên aşiqan jî taybet bûn. Demên gelek berê def û zirne  tunebû, bi erbaneyan vê karî dikirin. Mirov  jî cil û bergên wan, ji pêlavê wan  ew nasdikirin. Lewra ferqa pêlavê (Qundire) wan hebû. Piçekî bilind bûn ,yanî bi topix bûn.Paş qundirê xwe jî dişkandin. Helbet vê karî mêr( Zilam)bikar danîn.Bi starnên dîlanê mirovan bi hevdû re yanî bi komê reqs dikirin.Carina reqs bi dû însanan re jî dibû. Di stranên dawetê de awaz bi gelempêrî bi dubareyan ve bû û ji bendekê dihate holê. Carina stran ji 20-30 bendan dihat holê. Lê belê mûzîk qet nedihate guherandin. Du sê mirov gotinê ewil wê bigotana,du sê mirov jî ji dawîya gotinê peyv digirtin û distirîyan. Paşê komên ewil disa ji wan peyv  digirt û wisa didomand. Eynî mûzîk berdewam dikir lê belê  gotin dihat guherandin. Dikarîbûn derbasî gotinên stranekê din bibin. Rîtim û awaz li gor dema dîlanê ve girêdayê bû. Di hemû stran an jî kilaman de him gotinên wê  him peyvên wê girîng e. Lewra peyv û gotin rîtma dîlanê dide xuyakirin. Hewce ye ku bi hevdû re di ahengê de bibin.

Bi gelemperî dengê kê xweş bûya wê ewil distra. Paşê  hê ku di govendê de ne bi eynî ahengê dubare dikirin. Helbet ev stranana hew zilaman nedigotin. Jin jî distran . Wekî zilama jinek dest bi stranek dikir, jinên din ji peyvên dawî digirtin û îcar wan distran .Heya ku dîlana wan diqedîya wisa dubare dikirin. Him gava wan him jî stranên wan di nav ahengekê de bû. Ritîm qet nedihat guherandin. Dîsa peyv dihat guhertin. Gava stran diqedîya  derbasî straneke din dikirin. Dema ku xwe şaşbikirina jî  dev jî dîlana xwe  bernedidan û bi dengên ecêp hah hah,ay ay…hwd  dikirin ku heya stranêk nû bihata hişê wan. Bi gelemperî mirovên emirmezin dest bi kilaman dikirin, ciwanan jî dubare dikirin. Di govendê jinan de jinan digot ,di govendê mêran de  jî mêran digotin. Demên berê jin û mêr bi hev re govend nedigirtin. Jin di cîyekî cuda de govend digirtin. Mêran jî li cîyekî cuda dikirin. Wê demê stranên wan jî tevlîhev nedibû. Helbet gund an bajar her ku çûn mezin bûn çand jî hate guherandin. Êdî wekî berê dawet nedihatin pîroz kirin. Ciwanên vê demê li hember hev dilana xwe dikirin. Heta mirov dikare bibêje dikevin tilîyê hev û bi hev re şahîya xwe dikin. Helbet dem hatîye guherandin. Bi vêya çand û kultur jî bi şiklêkî din ve çûye.D ema ku ji terefê zilaman ve stranên dawetan dihatin gotin jinan hew govend digirtin. Dengê jina dernediket û dubare nedikirin. Lê belê êdî ev orf û edet ne wekî berê ye. Dawet jî wekî berê nayê kirin.Di kolanan de ne şahî dîbe ne jî dawet dibe.Hemû di eywanekê de tê kirin. Di rojekê de diqede.

 Ev kilamên bapîr û dapîran jî  hêdî hêdî tên jibîrkirin.

Nûçevan

About The Author