PIŞKULAN NEXWIN !

Zivistan bû, zar û zêç li ber sobê rûniştî bûn. Di quncika odê de bizina ku zû zabû jî hebû. Ji bo  sermayê negire li wir bi cîh kiribûn.

Cînar Hemo hat silav da malbatê û rûniştin dest bi suhbetê kirin.

zilam aciz

Malxoyê malê  Şakiro şeytanî fikirî û ji Hemo re got “ Hemo, kuro tu dikarî çavgirtî  destekî xwe çep û rast bizivirînî û bi destê din 20 (bîst) heb mewîjan bixwî ?

Hemo got “ Wey mala te, ji wê hêsantir çi heye ? Erê ez dikarim bixwim.

Şakiro ji pîreka xwe re got “ Keçê hela sadoqa xwe veke, tasek mewij  derxe bila zarok jî bixwin û hela Hemo dikare an ne ?

Xanima wî sandoq vekir, tasek mewîj anî da ber wan. Şakiro bîst mewîj jimart kire taseke din. Çavê Hemo bi şara reş girêda, Hemo destekî xwe li ser çoka xwe çep û rast zivirand û bi destê din dest bi xwarina mewîjan kir. Şakiro destê xwe dirêjî pişkulên bizinê kir çend pişkul xiste nav tasa mewîjan.

Hemo çavgirtî him dijmêrê him jî dixwe, pişkulek avête devê xwe pilqîn bi zarokan ket, bi kena ji xwe ve çûn. Hemo ket şikê, çavê xwe vekir, bi kirina Şakiro pir aciz bû û rabû bê xatir ji malê derket çû werhasil.

Niha jî hinek bi navê “ aşitî û biratî”yê lê ne çavvekirî pişkula bi me  bidin xwarin!

Yabo birastî ez ne bi Tirkoleran re li hev têm û ne jî wê rêxê dixwim.

We got çi cîgerno ?

About The Author

One thought on “PIŞKULAN NEXWIN !

  1. Kekemino Rêwîyê Kal! Xweji tane ji kurde rebenre piskul tane layik didibane, neye gohete kay mal ava Seroke ser seroka u Ozane ser ozana bi hevre katine bezeke, ke we ki behtir li ber katile kurda, mejiye devlete tirkre. xwe xwesik u serin bikin, seroke kurdan ye ser ard u binard dibeje ez silave jibo fethullah gülenre disenim u e heri bas famdike ezim. Ozane kurd ye ser ard u bin ardji dibeje doste xwe ez hijjedikim birez(li gori sivan) gülen insanki asiti xweste u li her terefe dinyaye zivitane diveke, Malx….no we kenki insanaki go fetwe roboski bide, bi zivistanexwe sere zaroke bisoye u asimileke, yeki weke saide kurdi tirk nisanbide u nivis u kitabevi hemuyi li gori manfiate tirke biderew u hile bigohere,(Bi sade minakedi hane le ev herse basin jibo insane fambike) win jibowi ketine meretoneke go win xwe be serinkin, anji win dizanin go win getine cewe gulen wine kevine ceve dewlete xunxwer, Heyf heker hurmete we ji kurdare tinebe key hurmetewe ji hewkes xorte go di ve riyede cane xwe dan u bin ax bunreji tineye.

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.