Melayê me tir ji PDK berda

Belê, Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya YNKê xalê me Mela Bextiyar, li ser mijara kolandina xendeqên li ser sînorê Rojava û Başûr rexne li PDKê girt û tir jê berda. Melayê me rêheval Mela Bextiyar got: “ PDKê di mijara xendeqê de bi serê xwe biryar daye û ev jî tiştekî rast nîne kaka“ û da ser pişta PDK.

Melayê me ji Rûdaw TV re axivî, çend lotikên Soranî avêtin û bi mîrkutan rabû ser serê PDK, mejîyê PDK ji hev belawela kir.

21534image1Bextiyarê me anî zimên ku YNK di hilbijartinên vê dawîyê de bi mêranî “dîsa rabûye ser xwe” û li ser rewşa tenduristîya Serok Mam Celal Talebanî jî wiha got: “Rewşa Mam Celal baştir e, jixwe beşdarîya wî di hilbijartinê de karîgeriyek mezin di vê serkeftina YNKê de kir. Mam Celal bi tilîyekê YNK rakir ser tapanan. Heke di hilbijartinê de du tilîyên xwe di bi kar anîbûya, wê YNK bibûya partîya yekem canekem” filan û bêvan.

Li ser kolandina xendeqên li ser sînorê başûr û rojava jî rêheval Mela Bextiyar, rexne li PDKê girt û got: „Pêwîst nedikir xendeq bên kolandin, jixwe eger PDK bi me û hêzên din ên başûr re li ser vê mijarê gotûbêj bikira, me yê çareserîyek din peyda bikira û ev alozîya niha ya navbera PYD û PDKê jî çênedibû . Helbet heke mijara kolandina xendeqê ji alîyê Encumena Wezîran ve biryar hatiba dayîn YNK wê piştgirî bikira çimkî dibû biryara hikûmetê kaka“ filan û fîstan.

Melayê me û rêhevalê gewre Mela Bextiyar li ser têkilîyên PDK, PKK û PYD jî axivî û got: “ Em her dem dibêjin ku divê rayedarên PDK û PKK-PYDê bi hev re rûnên û arîşeyên xwe çareser bikin, emê jî alîkarîyê bidin wan. Heke li Rojavayê Kurdistanê hêzek din a çekdar û millî bê avakirin wê bibe sedema şerê navxwe. Ji ber wê jî heke hêza partîyên din ên yojava heye dikarin tev li hêzên PYDê (YPG) bibin“ û rasterast û bi mêranî piştgirî da PYD û YPG.

Werhasilî kelam, Mela Bextiyar û YNK naxwaze ku li rojavayê Kurdistanê şerê brakujîyê derkeve. Ji ber vê jî pêşniyaz dike ku hêzên din tev li hêza YPG bibin û li kêleka rejîma Beşarko cîh bigrin wesselam..

Ma ka ji vê xweştir kaka?

Silêmanî

About The Author