Lotikxane derbasî nav refê YNK dibe

Belê, berî demekê „Tevgera Yeksanîya Kurdistanê“ biryar da ku xwe hilweşînin û tev bi hev re bibin endamên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê. Ev lotikek xweş bû. Parçebûn ziyan û yekîtî jî xêr e, bê yekîtîyê Kurd bi ser nakevin.

ynk6 KopiePiştî ku endamê Polîtburoya Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê Aso Mamend daxuyand û got “ Yekîtîya Nîştimanî ya Kurdistanê hemû kes û alîyan hembêz dike û pêşwazî li hemûyan dike, derîyên YNK  ji her kesî re vekirî ye“,  em jî wek çawîş, başçawîş, sîxur û karmendên sererd û binerd yên Partî Demokratî Lotikxane li hev kom bûn. Helbet berî wê jî ji alîyê YNK û çapemenîya wê ve hinek sînyal û silav ji me re hatibûn şandin.

Piştî kombûn û civîna me ya dûdirêj û nîqaşên serêşî, biryar hat girtin ku em nûnerê xwe Sofî Xelef (gerçî niha terfî kiriye û bûye hecî) bişînin bajarê Berlînê cem Serok Mam Celal Talabanî.

Axir, niha Sofî Xelef li Berlînê ye û hevdîtinan bi Serok Talabanî re dike. Heke xwedê bê erê û em di xalên mişterek û hevbeş de li hev bikin, îhtîmalek pir mezin heye ku wek Partî Demokratî Lotikxane em derbasî nav refê YNK bibin û ji vê toqa naletê (toqa Demokratbûnê) xelas û azad bibin. Her me xêrek ji demokratbûnê û ji Partîyên Demokrat nedît. Qe nebe belkî em di nav refên YNK de têr goştê elokan bixwin kaka…
Hewlêr

About The Author