Osmanê me lêborîn xwest

Yek ji serkirde û lotikvanê berê yê PKK  Osman Ocalan, beşdarî xeleka yekemîn ya programa (2ALÎ) a Rûdaw TV bû û li ser dîroka PKK û sedema cudabûna xwe çend lotik avêtin.

osman ocalanDi programê de ku roja Çarşemê bi awayekî zindî di Rûdaw de hat weşandin, Osmanê me got: „Bi dîn û îman, bi sê telaqên jinberdanê, em tevgerên çep  me şaşîyên mezin li hember rehmetî Mele Mistefa Barzanî kirin. Kesekî ku xeberên nexweş jê re negotin nema.  Ez li vê derê carek din li pêşîya hemû kesî, xwe rexne dikim. Tiştê ku ez di dîroka xwe ya şoreşgerî de pê diêşim, ez carek din lêborîna xwe ji xelkê Kurd dixwazim.  Ez bi şexsê xwe Kurdîtî ji şexsê Mele Mistefa Barzanî fêr bûm“ û pê de çû.

Allah û Ekber!

Lêborîna te li ser seran û li ser herdu çavan xalê Osman!

Lêborîn ne piçûkayî lê mezinatî ye cîgerim.

Kesên ku dîroka Kurd nizanibin qedrê Mele Mistefa Barzanî jî nizanin.

Kesên ku dîroka Kurd û Kurdistanê nexwendibin û wek wan dehşikên nav garanê tenê lotik û zîtirkan davêjin, ne qedrê Mele Mistefa zanin û ne jî qedrê temamê tekoşer û canfedayên Kurd. Ew dehşikên ku dîrokê bi xwe dest pê dikin û wek wan hespên serxweş ên Behman Gobadî bê eraq serxweş dibin, bi qasî ku qedrê Kerxanecî Misto digirin, qedrê Mele Mistefa û dîroka xwe nagirin.

Lê dibêjin „xwedê kerîm û rehîm e“.

Û dîsa dibêjin „Heta serê meriv li dîwêr nekeve meriv biaqil nabe û xwe nas nake“.

Em hêvîdarin wê temamê Kurdan wek te rexne li xwe bigirin û lêborîna xwe ji hev bixwazin.

Duhok

About The Author

2 thoughts on “Osmanê me lêborîn xwest

  1. wela oso di qijiline bi serê xwede niha ji basurê Kurdistanê derkeve wê xwe ji bir bike ci gotiye. lê rastiye dive mirov qedrê serok u sehiden xwe bi zanibe. cawa hinek xwe ne nas êrisi serokê Kurdan dikin u xwe rezil u riswa dikin. ewê ji rojekê qedrê basqanê me fêm bikin lê yê bibe dereng.

  2. va min hamrek duri Welat derbaskir,le min nedi qu Kurde yekiti dinav xweda rastkir.
    Ma gelo kadara meye hatani sere me li kevire ser gore nekeve his u akile me naye sereme?
    Edi weki Xatuna nemir ya Mir Bota gotibu;
    „Yekitiya Kurda bere habe, we KURDISTAN AZADBE“

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.