Kuloxê siyasetê Hoşeng Osê

Ahmedê Berazî

Ji roja ku dinya afirîye û heta niha kurtêlxwer û berjewendperest hene û wê ji îro û pêve jî hebin. Bi taybet di nav milletê Kurd de serê kurtêlxweran li binguhê hev dikeve, ne tên kirîn û ne jî tên avêtin. Helbet kurtêlxwer di nav her milletî de hene. Lê qey qedera me Kurda ye, kurtêlxwerên me ewqas pir in ku kîs û çewal û xurcik têra wan nakin, tu dadigirî danagirî ne çewal tije dibin, ne jî kurtêlxwerên me xelas dibin.

Sinc û karakterê însên e, gava xweş be û li hesabê meriv bê, meriv hevalê xwe, rêxistina xwe, eşîr û partîya xwe difirîne ber perê ezmên. Lê ku berjewendî û nan tê de nema, qiyamet radibe û meriv wek marê kor êrîşî xwedîyê xwe dike. Insan e, ji goşt û hestî ye, helbet insan xeletîyan dike, insanên bê xeletî kêm in. Tiştê ku insan dike insan kesayetî û wîjdan e. Heke kesayetî û wîjdanê meriv bibe bi qurbana kurtêlan, aha wî çaxî divê meriv kumê xwe deyne ber xwe û li insanetîya xwe bifikire.

Şoreşa Sûrî di van çar salan de isbat kir ku bûye makîneya afirandina kurtêlxweran, yek ji wan jî Hoşeng Osê ye ku bi xwe ji Dirbêsiya Rojavayê Kurdistan e, hestiyên wî ji ba xwedê ne û goştê wî ji ba PKK û PYD ye. Lê niha ew tif dike tifika ku jê xwarin dixwar, ma nankorî û kurtêlxwerî ji vê mezintir çi heye?

Dinya bi dinyayê ketiye û Hoşeng abê bi tola ku ji PYD rake ketiye.

Kuro lawo çiye?

Te xêre?

Ma Sûrî perçe bibe nebe bi te ketiye oxlim!

Welah û ezîm min li vê dinyayê kor dîtin lê mîna kîna Hoşeng abê ya kor ne dît. Te xêr e babam, em û Ereb çi bi hev bikin a te çiye? Tu kurtêlên xwe biwxe û hew exûyî.

Vî camêrî bi Ereban re li dijî Kurdan îmze kiriye, na nebes, wilo navê wî yê herî pêşî ye di lîstê de. Lê behwer bikin ez li ber imzeya qaşo rewşenbîrên Ereban ku li dijî Kurdan alîkariya DAHŞ dikin û bi ser têkçûna DAHŞ de digrîn, nakevim. Û hijmara wan bibe 1000 jî ji min re ne xem e, dijmin in, çi ji wan were dikin. Wa Erdoxan biraderê Hoşeng eşkere dibêje ez nahêlim Kurd li ser sînorê Tirkiyê bibin tiştek. Lê ez li ber navê Kurdîtiyê dikevim ku li ser pênûsa kuloxê kor hatiye danîn û hinek wî weke nivîskarê Kurd didin xweya kirin. Yewel, bavê te xêr ji te nedît, ma Kurd ji te bibînin?

Zêdetirî 201 Kobanî bi destên qirêj hatin kuştin. Bera zikê Hoşeng û yên mîna wî sax be.

280 Kobanî birîndar in, bera dilê Hoşeng û yên mîna wî hênik bibe.

Nîvê Hesekê çû, bera çihê qula Hoşeng û yê mîna wî germ be.

Kuro bera Kurd û Kurdistan hemî here ma xema van kurtêlxwera ye babam!

ahmedeberazi@yahoo.de

About The Author