Jan 25, 2014

    Van tiştan bixwin û bibin wek hespên fal

    • by Lotikxane
    • 5 Years ago
    • Kadîn
    • 498 Views
    • 1

    Ev nûçe bi taybet ji bo „nemêran“ û ji bo „kîrsistan“ e.

    Bawer bikin ne tenê dermanên mîna Viagra enerjîya seksê dide zilaman. Ji xwe dermanên mîna Vîagra jî ji xwarin û nebatên xwezayî çêdibin. Çend cûreyên xwarinê hene ku rolek mezin di bihêzkirina hêza seksî û di xurtkirina lotikên zilaman de dilîzin.

    sex

    Li gorî lêkolînên pispor û bijîşkên Nexweşxana Lotikxanê, kolestrol ango rûn û tewaşê di nava xwînê de rê li ber repkirina xirrê zilaman digire û nahêle xiyarê zilaman serî hilde. Ji bo kêmkirin yan jî tunekirina kolestrolê, divê meriv zerzewat, nebat, gîha, hêşînahî û sebzeyên xwezayî û bê hormon bixwe.

    Hinek ji wan dermanên xwezayî yên ku zilaman çavsorî dikin û wek wan ga û conegayên nav garanê dîn û har dikin ev in:

    Gûz (gwîz), tû, hingiv, pîvaz, fisteq û bindeq, dendikê kundiran, bexdenos, brocollî, gerewîz, şîr (qeweta kîr), hejîr, xurme û gellek cûreyên din ên zerzewat, fêkî û nebatan.

    Hewce nake hûn bi hezaran pare bidin dermanên mîna Vîagra û Mîagra.

    Heke we dît xwarina zerzewat, fêkî û nebatan fêde nekir û kîrê we rep nekir, li şûna dermanên mîna Vîagrayê, tilîya xwe têxin qûna xwe û we îş pê tune. Tilîavêtin bi serê xwe dermanê seksê ye. Heke we dît tilîyên we jî fêde nekir, îcar bela jinên we tilîyên xwe têxin qûna we û we bifirîne ezmanê heftan.

    Axir, hûn bi ya pispor û bijîşkên Nexweşxana Lotikxanê dikin yan nakin nizanim, lê tiştê ez zanim ev e:

    Stres, betilandin, pirsgirêk, pitepita jinê, bêperetî û derdê zarokan sedema herî mezin a jimêranîketinê û sistbûna xirrê we ye. Kengî hûn ji van derdan azad û xelas bûn, bawer bikin hûnê bibin wek wan ciwangeyên Îspanyayê û wê fişefiş ji ber pozê we û kîrê we bê.

    Îcar hûn bi qîma xwe ne….

    sex2

    sex3

    zerzewat

     

    • facebook
    • googleplus
    • twitter
    • linkedin
    • linkedin
    Previous «
    Next »

    1 Comment Already

    1. gotineke pisîya heye dibejê kîrê bizor rabe bira xwedîye xwede be.!

    Schreibe einen Kommentar

    Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht.

    Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

    %d Bloggern gefällt das: