Ê de li ser xêrê be rebbî!

Belê, Hevseroka Partîya Demokratîk a Gelên Dewşîrme (HDP) xaltîka me Sebahat Tûncel, lotikek avêt û ji çapemenîyê re behsa Kurdistanê kir.

Xaltîka we Sebahat Tûncel ji çapemenîyê re got: „Jiyan didome. Dema pêşîya me demek zehmet e. Dema pêşîya me dema pêvajoya avakirin û lidarxistina Kurdistana xweser û demokratîk e, herweha dema demokratîkkirina Tirkîyê ye jî. Emê li Kurdistanê bi zimanê xwe, bi çanda xwe xwe îdare bikin. Êdî emê vê nexwazin, emê bi xwe ava bikin. Herweha emê gelên din jî bi xwe re biguherin, emê enqerê jî biguherînin. Heta ku AKP dev ji siyaseta înkar û asîmîlasyonê bernede, wê bombe ji ser serê me kêm nebin, wê li vî welatî dawîya şer neyê. Êdî dor dora me ye; emê Kurdistana xweser ava bikin. Emê bi Tirkîyê re demokratîze bibin. Emê bi gelên Rojhilata Navîn re pêşerojek xweş ava bikin“ filan û fîstan.

sebahat KopieBelê, bi xêr û selamet û li gor gotinên xaltîka me Sebahat Tûncel, wê Kurdistana xweser di demek nêzîk de bê avakirin. Û emê bi Tirkîyê re demokratîze bibin û bibin insan. Û tew ji xwe emê mejîyê gelên Rojhilata Navîn jî biguherînin, wan jî wek xwe bikin insan û bi hev re jiyanek xweş û bextewar bijîn.

Ji xwe Tirk, Ereb û Farisên qûnreş ji zû de li benda avakirina HDP bûn û digotin: „Kengî wê HDP ava bibe ku em jî bi xêra wê xwe nas bikin û têkevin rêza insanan.“

Belê, demokrasîya Rojhilata Navîn li ser pişta Kurdan maye. Heke Kurd Rojhilata Navîn û temamê dinyayê demokratîze nekin, kesek nikare bike.

Îslama Demokratîk li ser pişta Kurdan maye. Heta PKK û Kurdên derûdora wê Îslamê demokratîze nekin, kesek din nikare bike (wê şerîeta hezar salan çawa demokratîze bibe, ne melkemot zane û ne jî Mihemed û Îsa pêxember).

Axir, dengê xaltîka me Sebahat Tûncel here xwedê rebbî!

Belkî rebbê alemê dengê wê bibigîze, guhdarîya daxwazên wê bike û Kurdistana xweser ava bibe.

Haaaaa, divê em bala xwedê bikşînin, gava behsa Kurdistana xweser tê kirin, helbet ne Kurdistanek serbixwe ye ha, xelet fêhm neke xwedêyo. Kurdistana sînorkirî û dagîrkirî ye yanî…

Enqere

 

 

About The Author