Xaltîka Fexro jî kir hawar û gazî

pirkemalEsasen ev ne tiştekî nû ye. Berî 30 salî jî xort û keçên Kurd bêyî daxwaz û îrada malbatên wan dihatin revandin. Zarokên ku temenê wan 14-15 salî bûn, yan bi çîrokên qehremanîyê yan jî bi xeyalên bextewarîyê dibirin çîyê û ew dikirin gerîlla. Lê ne xema kesekî bû gelo dê û bavê wan zarokan çi êş û cefayê dikşînin.


Xuyaye kiryarên berî 30 salî dîsa dubare û sêbare dibin. Keç û xortên ciwan, di temenekî piçûk de (14-15 û bi jor de) radikin çîyê û destê wan ji dê û bavê wan qut dikin. Berî niha li Licê Sînan Bockum di 15 saliya xwe de tev li çekdarên PKKê bûbû. Malbata Sînan îdia kirin ku kurê wan ji alîyê PKKê ve hatiye revandin. Malbata Sînan Bockum dest bi çalakîya rûniştinê kirin û çapemenîya dinyayê bi xwe disandin. Piştî çalakî û berxwedana malbata Sînan Bockum, Sînan ji alî PKK û BDP ve serbest hat berdan û vegeriya  mala xwe.

Bi hezaran malbatên bi vî awayî hene. Zarokên bi hezaran malbatên Kurd yan bi qîm û riza xwe, yan bi xapandinê û yan jî bi darê zorê derketine serê çîyê û ketine nav refê çekdarên PKK. Yek ji wan malbatan jî malbata  Fahrîye Alptekîn a Nisêbînî ye.

Xaltîka me Fahrîye Alptekîn li Ewrûpayê dijî. Hawar û gazîya xwe gîhandiye çapemenîyê û doza azadkirina kurê xwe li PKK dike. Li gor xaltîka Fahrîye (Fexro) dibêje, kurê wê Xelîl Alptekîn di sala 2009an de ji alîyê PKK ve bi „şekir û şekirokan“ hatiye xapandin û derketiye serê çîyê. Xaltîka me Fexro di 2010an de çûye Kurdistanê kurê xwe dîtiye. Kurê wê xwestiye vegere û dev ji PKK berde, lê çawîş û başçawîşên PKK nehiştine  kurê wê Xelîl Alpdogan terka refê wan dike. Xaltîka me Fexro polî poşman destvala vegeriyaye Ewrûpayê û hisreta kurê wê di dilê wê de bûye pêt û agir. Ji ber ku 5 keçên wê û tenê kurek wê heye, kurê wê Xelîl li ber dilê wê pir şîrîn e.

Axir, lê zêdebûna ser kezebê ev e;

Xaltîka me Fahrîye Alptekîn ji çapemenîyê re gotiye: „Min ji temamê wekîlên BDP re nivîsî û doza alîkarîya azadkirina kurê xwe li wan kir. Zarokên wan li Ewrûpayê dixwînin û yek tenê jî neçûye serê çîyê. Lê tu alîkarî nekirin. Kurekî min tenê ye. Bi ser de ji min re gotin „Madem tu kurê xwe dixwazî, du (2) keçên xwe bide me emê kurê te berdin“ û bazarî kirine.

Aha sosret û pelûla germ ev e.

Wekîlên ku li ser xwîna Kurdan diçêrin û zarokên xwe li Ewrûpa û metropolên Tirkîyê didin xwendin, wekîlên ku trimbêlên Mercedes di bin zarokên wan de ne û sebra xwe bi pisîk û kûçikan tînin, li ser pişta zarok û malbatên Kurd siyaseta xwe dikin û jiyanek nûjen dijîn. Û kesên mîna Fahrîye Alptekîn jî bela porê xwe hilçinin, li kabokên xwe xin û bi hisreta zarokên xwe bişewitin.

Êêêêêê, ma ez çi bêjim xaltîka Fexro?

Hinek dikin û hinek jî dixwin qurban..

 

 

 

About The Author