Memedê Goyî li bajarê Culemêrgê tacirek berbiçav e. Demên şoreşgerî mode bû guhkên wî jî di nav şoreşgeran de xuya bû. Li rex xanîyê wî bi qasî 80 mitroyan çargoşe depoya qunberan/ dînamîtan ya dewletê hebû. Pîştî rakirina depoyê cihê wê vala ma. Memed wê depoyê ji bo taxa xwe dike mizgeft/camî.
Dema artêşa Emerîka dikeve Iraqê û Kurd bi raperînan welatê xwe azad dikin, tirsa ku wê Kurdên bakur jî çav bidin wan û dest bi raperînan bikin, dikeve dilê dewleta Tirkan. Rayedarek paye bilinb yên artêşê diçe mala Memed û jê re dibêje: “ Were bibe hevalê me û bi me re bixebite.Vaye Emerîkanîyên kafir heta Zaxo û Amêdîyê hatine û mizgeft tev xirab kirine. Dibe ku nêz de bên bikevin Culemêrgê jî. Dema bikevin Culemêrgê wê mizgeftan jî xira bikin. Eşîreta te li ser tuxûb e, qedirê te digirin û gotina te dikin. Bila biçin şerê gawirên Emerîkayî. Hûn çiqas pare û sîlehan/çekan dixwazin emê bidin we, ez qencîya te dixwazim.”
Memed dibê: ” Tu li min nefikire, dema Emerîkî hatin, EZÊ MIZGEFTÊ BIKIM DÊR.”
Alî Çeven dar xist kuna wan, wî bi tenê nehêlin
Sîroglû got Kurdistan heram e
Gelo wê aqûbeta bavpîrên me bê serê me?