P. Kemal
KUK çî yên xwelîliser tenê man
Devliken Kelogirî
Nêçîra Masîyan!
B. Ronahî
EZ HESPÊ XWE LI KÎDERÊ GIRÊDIM
L. Şêxo
Betato û şeytan
A. Dûran
DEMA ÇANDINÎYÊ
B. Qendilê
Newroz çiye ? Newroz kî ye ?
R. Kal
PÎÎÎ EV APO NE JI ME YE !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Bi „fîftî fîftî“ ne bûn şêx û ne bûn miftî
ARŞÎV | TÊKILÎ

Kasimpaşalî vê carê dîn jî xist nav xetên sor


Ehmed Kurdî

Serokwezîrê Tirkiyê cîgerim Erdogan, vê carê dîn (ol) jî xist nav xetên sor.

Erdogan ê ku di mijara Kurdî de çend lotikên germik û nermik avêtin û rê ji televizyonên wek TRT6 re vekir, îro agir ji devê wî dibare û ketûber xelkê dide ber lotik û zîtirkên xwe.

Kasimpaşalî yê ku heta niha digot “Yek dewlet, yek al, yek millet û yek ziman”, li bajarê Adanayê îcar dîn (ol) jî lê xetên xwe yên sor zêde kir û got “Binerin oxlim, xetên me yên sor ev in: “Yek dewlet, yek millet, yek al û yek dîn” û bi vî awayî lotikek qerase li ol û mezhebên ji derveyî îslamê xist.

Werhasilî kelam, Kasimpaşalî Receb êdî hew zane çi bêje û çi nebêje. Hema çi tiştekî ku temsîla nîjadperestî û Tirkîzmê bike, wê dixe nav xetên xwe yên sor û xelkê pê difetisîne.

Rebbê alemê dibêje “Kufir dom dike lê zilm dom nake”. Îcar wê rebbê alemê kengî û kîjan rojê topa qiyametê di nav paq û şeqê Erdogan de biteqîne ez wê meraq dikim…

Adana

Comments are closed.