Evdilezîz efendî vê carê rast got

Serekmiftîyê Siûdî Erebistanê Şêx Evdilezîz eî Şêx, vê carê destê xwe danî ser wîjdanê xwe û lotikek rasteqîn avêt der û dorê.

Miftîyê ku her serê demekê fitûyek kesanedî derdixe û serê xelkê dike şorbe, vê carê şorba xwe baş keland, xwê û rûnê nivîsk pê dakir û got „Bi şeş telaqên bê fitû, sedema bêîstîqrarî û alozîya Rojhilata Navîn gunehkarîya misilmanan e, ji ber misilman pir gunehan dikin ev tofan tên serê wan“ û da zîtirkan.

Ma ka ji vê gotinê xweştir û rasttir ya Şêx Evdilezîz efendî!?

Kuro bi namûs ev gotina te wek ayeta quranê ye lo!

Ma law ev Ereb, Tirk, Ecem û qûnreşên ku wek wan dînê îslamê ji bo berjewendîyên xwe bi kar tînin, çi dikin û çi nakin tu zanî qurban?

1-      Bi salan e Kurdistan û Kurdên misilman parçe kirine, bi navê dînê îslamê û bratîyek sexte Kurdan wek xwe dikin çeqilmast, dewlemendîyên sererd û binerd ên Kurdistanê didizin (ji xwe gunehkarîya herî mezin ev e).

2-     Ev tarikselat bi keçên 10-13-14 salî re dizewicin, qûşê li keç û jinên reben diqetînin û wek ker û bergîlan li wan siwar tên, jinê dixin şûna ne mirovan.

3-     Ev tarikselat bi navê xwedê û pêxember malê xelkê dixwin, çav berdidin namûsa wan, wan birçî û tazî dihêlin û ew bi xwe di nava dewlemendî û zêr û zîvan de dijîn.

4-     Ev tarikselat bi navê îslamê, bi navê xwedê û pêxember serê xelkê jêdikin, dînê îslamê li gora xwe û ji bo berjewendîyên xwe paşûpê bi kar tînin, dînê îslamê diherimînin û di bin wan kirasên spî û çarçefên reş de tu zinêkarî namîne ku nakin.

5-     Van tarikselatan bi salan piştgirî dan dîktatorên wek Saddam Hisên û bûn şirîkên wî, destên wan jî bi xwîna Kurdên reben hat şûştin.

Û bi sedan nimûneyên din ya Şêx Edilezîz efendî!

Îcar merivên ku evqas gunehkarîyan bike, wê çawa tofan û babelîsk li serê wan ranebe qurban? Wele wê rabe û wê darek jî têkeve qûna wan, wî!

Ha wilo carê fitûyên xweş û geş derxîne şêxê min….

Haaaaa, carna jî fitûyan li ser Kurdan derxîne oxlim, meselen bêje „Çi kesê ku zimanê Kurdî qedexe bike, çi kesê ku çavê xwe berde petrola Kurdistanê, çi kesê ku destê xwe ji Kurdistanê nekşîne, ker kurê keran e, zinêkar e û qûnek e“ filan û fîstan lo..

Ma law Kurd ne ji Eyşika Ereb in ya Şêx Evdilezîz efendî!

Carna jî behsa wan bike oxlim….

Medîne

About The Author