P. Kemal
Tezkere temam, ma dagîrkirin
Devliken Kelogirî
De here
B. Ronahî
Kerê bi xwe re neanî
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
DEMA HESABDANÊ
B. Qendilê
Xuyaye mêr di gundê me de nemane!
R. Kal
KEÇELTÎ AN QÛNEKTÎ !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Girîngîya zimanê Kurdî û helwesta Karayilan
ARŞÎV | TÊKILÎ

Bi xewê spehî bibin


Dr. Mihyedîn

 Xew, dermanê xwe?ikbûn û spehîbûnê ye. Çermê meriv li gor rojê, bi ?ev bêhtir xwe nûjen dike. Hucre û rehên (damar) meriv bi livbazî (aktîfî ) dixebitin û dik?in.

Heger hûn dixwazin a?ika (mîde) we newestandî û hêsan be, berî go hûn razên xwarina giran nexwin. Hûn karin ?êraniyê bixwun. Ji ber ku, di ?êraniyê de hormona bextewariyê, hormona Serotonîn  heye û ev hormon dibe sedema rehetbûn û vezilandina la? û bejnê.

Schlafenn

Ji xwe re bernama xewê çêkin. Seeta razanê û a ?iyarbûna serê sibê kif? bikin. Heger hûn dixwazin bi ?ev xwe? razên, berî razanê hinekî tevgerên sporê bikin. Ev tevger bazûyên (kas) meriv vedizilînin û nerm dikin.

Berî go hûn razên, lingên xwe bi?on û hinekî anî û patika (pi?ta stû) xwe bifirkînin û masaj bikin. Hûnê rehet bibin.

 Cola, çay, qehwe û nîkotîn dijminên xewê ne. Gava hûn razên ji vana bi dûrkevin. Alkolê hindikî vexwin lê ne zêde.

Mezela (ode) xwe a razanê ba? bibijêrin. Berî go hûn razên pencereyên oda razanê vekin, bila hewa paqij bistîne. Germaya zêde ji xewê re neba? e. Heger rengê boyaxa oda we a razanê ?în be hê çêtir e. Ji ber ku, rengê ?în psîkolojîkî mêjiyê meriv rehet dike.

Heger we rojek westiyayî û bi stres derbaskiribe, têkevin nav hewdikê avê û banyo bikin. Pi?tre hûn karin li mûzîkek klasîk guhdarî bikin. Bawerkin hûnê ba? razên.

schlaf

 Xew dermanê xwe?ikbûn û spehîbûnê ye, ji bîr nekin.

 Xew ne tenê dermaê xwe?ikbûn û spehîbûnê lê dermanê mêjî û ?arezabûnê’ye jî. Li gor zana û pisporên Alman, têrxewî di ?arezabûn û di xebata mêjî de bandorê dilîze. Li gor wan, pirsgirêkên ku mêjî bi roj beramber dimîne, bi ?ev, di xewê de jî li çareseriya wan digere. Ji bo wê jî divê meriv 8 seetan xewa xwe bistîne. Xewa kêmî 8 seetan kar û xebata mêjî derengtir dixe û mêjî diwestîne. Li gor pisporan dermanê xebat û stresa zêde têrxewî ye.

 Li gor pisporên Zanîngeha Luebeck’ê a Almanya, kesên ku 8 seetan têr xewa xwe digrin ji yên kêmxewan bêhtir biserketî, ?areza û zîrektir in. Gelek caran ji ber kar û stresê meriv kêmî 8 seetan radizê û têrxew nabe. Lê ev kêmxewî gava ket ser hev beden sist dibe, mêjî ba? naxebite û konsantrasyona meriv kêm dibe. Kêmxewî û konsantrasyonek neba? dibe sedema gelek ti?tên nexêr.

Li gor îstatîstîk û lêkolînan ji %10-20 qeze û lihevketinên trimpêlan ji bêxewiyê çêdibin. Di mêjiyê her mirovî de seetek biyolojîk heye. Ev seet 24 seetan dixebite û xew, ?iyarî, hormon, birçîtî, avrêjî, zindîtî û gelek ti?tên din li hev radigre û wan dixebitîne. Wextê xewê ê herî girîng navbera seet 03:00 – 05:00 e. Di vî wextî de di la?ê meriv de her ti?t bi hêdî dixebite. Dil kêm lêdide, germa lê? û bêhnstendin kêm dibe. Wextê bernama duemîn a xewê jî navbera seet 15:00 – 17:00 e.

Li gellek welatan di van wextan de xelk radizên û kêmxewiya xwe di?kînin. Meriv nikare bê xew jiyana xwe berdewam bike. Hem ji bo tenduristiya beden û lê? û hem jî ji bo kar û xebatek bê westan divê meriv têr xew be û heger ne bêgavî (mecbûrî) be meriv kêmî 8 seetan ranezê.

Ev nivîs 431 carî hatiye xwendin


Şirove bike