Derew nayên ve?artin
Dr. Mihyedîn
Ger hûn di famkirina derewan de zahmetiyan dik?înin û ev jî ji we re serê?iyan dike wê gavê vê nivîsê bixwînin. Hin î?aretên derewan hene ku mirov didin dest. Li hereketên mirovê bi we re diaxife binêrin, ?iklê axaftina wî an kenê dike bê ku hay jê hebe wî bi we naskirin dide.
Psîkolog Derren Brown îdia dike ku bi teknîkên psîkolojîk dikare ramanên mirovan bixwîne û dibêje: “Bedena me di derbarê ku em xwe bi rastî jî çawa his dikin delîla dide. Ger hûn zanibin lêbinerin, hûnê ji hereketên bedena kesekî bi rehekî têderxin ku rast an derew diaxife. “ Nivîskarê pirtûka “Zimanê bedenê” Allan Pease jî îdia dike ku zimanê bedena mirovan ramanên wan yên rast radixe ber çavan.

Hûn jî bi pê?niyarên Brown û Pease dikarin tê derxin ku çi di serê mirovê li himber we derbas dibe.
VE?ARTINA DEST: Gava em bi kesekê/î re samîmî bin, em destê xwe vena?êrin û kefa dest ber bi jor dizîvire. Lê wexta em derewan dikin em destê xwe dixin bêrîka xwe an li pa?iya xwe vedi?êrin.Gava mirov bi gavekê be jî bide pê?iya hevala/ê xwe dibe ku mijara axaftinê wî nerehet dike.
XURANDINA POZ: Xurandina poz klasîk î?areta derewên mezin e. Gava mêr rastiyekê vedi?êrin an derewa dikin bi îhtimalek mezin destê xwe dirêjî çav, guh û lêvên xwe dike. Beden bi vî awayî li dijî derewan radiweste û reaksiyona xwe e?kere dike.
KUXANDIN: Wexta we pirsek ji yekê/î re kir û berî ku dest bi gotinan bike bi kuxik bersîva bide, ev ne î?aretek ji xêrê re ye. Kuxandina derewîn yek ji teknîka xapandina klasîk e. Beden li himber derewan liberxwe dide. Kuxik an paqijkirina qirikê jibo kirina derewa ?ansê dide mirov ku wextekê ji xwe re qezenc bike.
XWÊSIYA XWE DAQURTANDIN: Yek ji metodên reaksiyona bedena me ya li dijî derewan ew e ku qirik di bicîhanîna foksiyonên xwe de dijwariya dik?îne. Ev jî axaftinê zor dike. Ango gava yek derewan dike, jibo ku peyvan ji qirika xwe derxe derve liser hevdu xwêsiya xwe dadiqurtîne û lêvên xwe dialêse.
HEREKETÊN ÇAVA: Di vê mijarê de ti?tê hûn bikin gelekî basît e: Pirsên ku hûn bersîvan zanin bikin. Mesela navê xwarina ku rojekê berê we bi hevdu re xwaribû yan wek ku nayê ser hi?ê we, navê kesekî hûn herdu jî ba? nasdikin bipirsin. Gava bersîv dide an jibo bersîvdayînê difikire, bi?opînin ku çav ber bi ku diçe, li ku dinere. Gelek mirov pi?tî ku derewek kir çavên xwe ber bi jêr berdidin.
LEZA AXAFTINÊ: Hevala/ê we hebo hebo diaxife an dilezîne? Ligor pisporan mirov çiqasî zû diaxive hûn dikarin ewqasî zêde ?ik bikin ku derewa dike. Mirov zen dike ku gava zû biaxife wê karibe derewên xwe ba?tir ve?êre.
CÛRÊ KEN: Gelek mirov pi?tî ku derewekê dikin rehet dibin. Bandora vê rehetiyê li dengê wê/î jî dike. Bi dengekî bilind û kêfxwe? dipeyive. Jibîr nekin ku kesekî derewa dike rehet nikare nefesê bistîne, bîhn lê diçike. Wexta di bin tehdayiyekê de be mêr ne ji zikê xwe lê ji sînga xwe nefesê distîne.