P. Kemal
Tezkere temam, ma dagîrkirin
Devliken Kelogirî
De here
B. Ronahî
Kerê bi xwe re neanî
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
DEMA HESABDANÊ
B. Qendilê
Xuyaye mêr di gundê me de nemane!
R. Kal
KEÇELTÎ AN QÛNEKTÎ !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Girîngîya zimanê Kurdî û helwesta Karayilan
ARŞÎV | TÊKILÎ

Ji Nûbiharê lotikek Kurdewarî


Dilawer Koxikî

Kovara Nûbihar ku ev 17 sal in bênavber we?ana xwe didomîne, li Batmanê lotikek pîroz avêt û bi alîkariya evîndar û hezkiriyên xwe komeleya xwe ya yekem bi navê Nûbihar-DER vekir.

Komeleya Nûbiharê li Batmanê bi be?dariya berpirs û ba?çawî?ê kovarê Silêman Çevîk hat vekirin. Di kokteyla vekirinê de be?daran bi peyamên çand, huner, dîrok û edebiyata kurdî dîtinên xwe anîn ziman û têra xwe ?erbet vexwarin.
Serokê Nûbihar-DERê M.?irin Aslan jî di kokteylê de çend lotikên kurdewar avêtin û daxuyakirin ku, Komel wê bi kesayetiya xwe bimîne û tev li siyasetan nebe. ?irin got ku, wê komel tenê karê xwe li gorî armanca ?ixulê çandî û civakî bike û di derbarê van babetan de jî xebata perwerdehî, panel û qursan bike.
Lê belê li gorî agahiyên ku sîxurên lotikxanê bi dest xistine tê gotin ku 400 be?darên kokteylê bi ?erbet û pasteyên Nûbiharê navê?î û virikî bûne! Dibêjin be?darên kokteylê pi?tî bername bi dawî bûye, her yek ji wan misînê xwe girtine û bilez rêya avdestxanê girtine!
Em komeleya Nûbiharê ji bo van lotikên kurdewar pîroz dikin û di xebata wan de serkeftinê dixwazin. Her wiha daxwazek me ji berpirsên komeleyê heye. Ew jî gava carek din kokteylan bidin, bila haya xwe jê bikin û zêde ?erbet û pasteyan nedin mêvanên xwe!

Ev nivîs 398 carî hatiye xwendin


Yek şirove heye - “Ji Nûbiharê lotikek Kurdewarî”

  1. Yaw bi qur’an min “Nubihar” fam kir, lê babam ew “DER” chi ye? Welle bi sê telaqên jinberdanê be, heger “DER”a tirkan ya “DERNEK”ê be, ez ê hezar u yek lomeyan li vê komelê bikim u vegerim ser tenura xaltîka Fatê u hînî jinekolojiyê bibim ellawekîl.

Şirove bike