Jul 13, 2012

    Bijî yekîtî, bimre şerê brakujî!

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • Kadîn
    • 583 Views
    • 3

    Çi hatibe serê Kurdan ji ber şerê brakujîyê hatiye serê wan. Yekîtî û tifaq stûna serketin û serfirazîyê ye, pêşeroja azadî û serxwebûnê ye.

    Serok Barzanî wek her car dîsa mezinatîya xwe nîşan da û partîyên Kurdên Sûrî anîn ba hev û li ser çend xalên girîng li hev kirin. Evê tifaqê kêfa me pir anî, serê me bilind kir û hêvîyek mezin da me.

    Xalên ku lotikvanên Kurdên Sûrî li ser li hev kirin ev in qurban:

    1-      Divê lihevhatina Hewlêrê wek bingeh bê qeblkirin û ji bo jiyandina wê mekanîzmayek bê avakirin.

    2-      Di vê rewşa zîz de dezgehek bê avakirin ku karibe li ser babetên stratejîk û siyasî biryarê bide û navê vê dezgehê „Konseya Bilind a Kurd“ be.

    3-      3 komîte bên avakirin ji bo ku çalakîyan bişopîne.

    4-      Dawî li dijberîya di çapemenîyê de bê.

    5-      Şermezarkirina şiddetê û lidijderketina her tiştên ku dibe sedema xirakirina rewşa Kurdistanê.

    6-      Wek bingeh qebûlkirina lihevhatina Hewlêrê.

    7-      Piştî îmzekirinê bi 2 hefteyan komisyonek bê avakirin.

    Û filan û bêvan..

    Axir, xwedayê mezin gotiye „Tifaq ez li ser rezaq“. Ango „Bi tifaq bin ez bi we re me“.

    Û serok Barzanî çi got?

    Heman gotin got. „Bi tifaq bin ezê hertim li pişta we bim“.

    Îcar qurban, çi kesê ku tifaq û yekîtîya Kurdan nexwaze ne ji me ye!

    Çi kesê ku bibe sebebê şerê brakujî û dijminatîya Kurdan ne ji me ye!

    Çi kesê ku ji bo berjewendîyên xwe yên şexsî, hizbayetî û malbatî doza Kurd û Kurdistanê bifroşe, dîsa ne ji me ye!

    Xwedê mala wî bibe mîratê yê ku tifaq û yekîtîya Kurdan nexwaze û hûn sax…..

    • facebook
    • googleplus
    • twitter
    • linkedin
    • linkedin
    Previous «
    Next »

    3 Comments Already

    1. Hêvî dikim ev peyman nebe wek peymana gur û berxikê 🙂 Gelo PYD li ser soza xwe be !

    2. Min jî li ser meseleya Rojava li vir gelek caran behsa heman tishtî kir! De xem nake bila bash be bila dereng be!

    3. Kurdewar u cendek ji reveberiya ve malpere ma hun nikarin be dijminatiya PKK du digotina binivisenin????

    Schreibe einen Kommentar

    Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht.

    Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

    Mersin escort bayan

    |

    Escort Ankara

    |

    Escort

    |

    Kayseri escort

    |

    Maltepe escort numaraları

    |

    escort kadınlar

    |

    korku filmi izle

    |

    yeni escort Bursa

    |

    kanal d canlı

    |

    ankara escort

    | bitcoin miner |

    antalya escort

    %d Bloggern gefällt das: