Hikûmeta Kurdistanê çend lotikên pîroz avêtin

Hikûmeta Kurdistanê di civîna xwe ya dawîn de çend lotikên pîroz avêtin û qiyamet rakir.

Di civîna dawîn de ev biryar hatine girtin, ev lotik hatine avêtin gelî xwendevanan.

1. Damezrandina fermangeha koordînasyon û şopandina karûbarên hikûmetê. Ev femangeh wê yek ji pêkhatên serokatiya hikûmeta Kurdistanê be û dîrekt girêdayî serokê hikûmetê be. Wê ev fermangeh berpirsek bi meqamê wezîr digel cîgirek û çend karmendên wê hebe. Karê wê jî wê şopandina cîbicîkirina siyaset, biryar û tewsîyeyên hikûmetê bike da bi awayekî baş û di dema xwe de bên cîbicîkirin.

2. Ji saet 8-ê sipêdê heta 8-ê êvarê çênabe kamyon, TIR-ên barhilgir û tankerên ku alavên cuda û berhemên neftê û sotemenîyê veduguhêzin, rê û cadeyên sereke û cadeyên nav bajaran bi kar bînin. Ev jî ji bona selametiya tirafîkê ye.

3. Damezrandina saziya firokexaneyên medenî li herêma Kurdistanê. Ev sazî wê ser bi wezareta guheztinê be û wê karûbar û çalakiyên firokexaneyan organîze bike.

4. Hikûmeta Kurdistanê biryar da ku bi rêya wezareta guheztin û gehandinê projeya avakirina rêya hesinî ya trênê li Kurdistanê û girêdana Kurdistanê bi Îraq û bi cîhanê ve, amade bike.

5. Rêz li hunermend, rewşenbîr û werzişvanên derîn bê girtin û ji bona vê yekê jî biryara danîna sîstemeke baş ji bo rêzgirtin û dabeşkirina alîkariyê hat dan.

6. Projeya hevkarî û piştgirîya sînemaya Kurdî û sînemakarên Kurd li Kurdistanê û derveyî welêt bê amade kirin. Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di vê derbarê de anîye zimên gotiye: ”Divê projeyek ji bona hevkarî û piştevaniya sînema û sînemakarên Kurd li herêma Kurdistanê û derve hebe.” Wezareta rewşenbîrî û gêncan ji bo amadekirina vê projeyê hat erkdar kirin.

7. Komîteyek ji bona serastkirina qanûna sermayerazandinê ya herêma Kurdistanê bê pêkanîn û ew qanûn bi awayekî bê serastkirin ku derfetên hilbirînê li Kurdistanê baştir û zêdetir bike.

Werhasilî kelam, hikûmeta Kurdistanê çend biryarên baş girtin û lotikên pîroz avêtin.

Hêvîdarin serokwezîr kek Nêçîrvan Barzanî nivîskar û rewşenbîrên Demokratîk Lotikxane Partîsî ji bîr neke, rewşa wan belengazan jî li ber çavan bigre û alîkarîya wan jî bike..

Hewlêr

About The Author