Jul 31, 2012

Monat: Juli 2012

Goran paşûpê li kerê siwar bû

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 3
Tevgera Goranekanim, ango „Goran“, tam wek navê xwe %100 xwe guherî, dev ji cepheya Kurdistanê berda û xwe avêt himbêza Nûrî El Kerîkî û hikûmeta Bexdayê. Wek hûn zanin û dibînin, Nûrî El Kerîkî êdî rûyê xwe yê dijminatîyê rasterast eşkere kiriye, rasterast êrîşî Kurd û Kurdistanê dike û bi her awayî dixwaze destketin û […]

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 1

Mafê Kesî Tune Ye Ku Kêfa Min Li Min Biqewitîne!

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off
Lêvên min di lêvên wê de, destên min bi aheng li ser memikan digerîyan. Herdu çîpên xwe li nava min pêçabûn, axûwaxa min û nalenala wê bêdengîya şevê ji kerrî û lalîyê rizgar dikir. Geh ez li ser bûm, geh jî ew, şehwetê hemû hastên me dîl girtibû… Bi gurmegurma defê re veciniqîm û çengbûm […]

Parêzvanê azadî û welatîyên Kurdistanê

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 2
Hewce nake em dûdirêj pesnê Serok Barzanî û helwesta wî ya Kurd û Kurdistanî bidin. Ji xwe ji berê de dibêjin „Dîkê çê di hêkê de bang dide“ yan „Kewê ribat di qefesê de dike qebqeb“. Meriv di hêka xwe de çibe, di jiyana xwe de jî ew e. Di zaroktîya meriv de çi cewher […]

Sirûda Şoreşê

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Şoreş û berxwedan e Li rojava serhildan e Şer û xebat pir giran e Ji bo Kurdistan canfeda ne Li Efrînê serhildan e Li Qamşlo berxwedan e Li Kobanî şer giran e Ev şoreşa niştiman e Kurdistan welatê me ye Azad bû parçekî welat Kurdistan welatê me ye Êdî rabin bikin xebat Xweş şoreş û […]

Di 52 salîya xwe de dixwaze xizmeta zimanê xwe bike

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Ji bo perwerdeya zimanê Kurdî û perwerdekirina mamosteyên Kurdî, 2 hezar û 582 namzetan serî li Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê xist. Ev hejmarek ne kêm e, rekor e. Di nav van namzetan de Tirk û Ereb jî hene. Hinek namzetên Tirk û Ereb jî serî li zanîngehê dane, dixwazin Kurdî hîn bibin û bibin mamosteyên […]

Seyda lotikek li mamo xist

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 2
Serokê Meclîsa Netewî ya Sûrîyê Ebdulbasit Seyda, lotikek li mam Celal û helwesta wî xist û ew gêjomêjo kir. Xalê me Seyda di hevpeyvînek xwe de li hember peyama ku  mam Celal Talebanî  ji bo kujtina zavayê Beşar Esed dilgiraniya xwe diyar kiribû, dilgiranîya xwe anî zimên û got: „ Bi ellahwekîl  helwesta Talebanî  ne […]

Xalê me Osman dîsa qiyamet rakir

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Şaredarê Amedê, qehremanê çar gurçik, boxê beranan xalê me Osman Baydemîr, dîsa lotikek Kurdistanî avêt, toz û dûman bi ser siyaseta Tirkiyê xist û xwe kir benîştê devê çapemenîya Tirko. Xalê me Osman, destê xwe li masê xist û got: „Binerin cîgerim, gelê Kurd statuyek îdarî û siyasî dixwaze. Yek rê tenê ji me Kurdan […]

Keçel û gurîno, berê xwe bidin Hûanglûo

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Tiştekî balkêş e, kesên ji Asya Dûr, kesên ji Çîn, Japonya, Tayland, Vîetnam, Hindistan û welatên nêzîkî wan, zû bi zû porê wan naweşe, zû bi zû keçel û gurî nabin. Nizanim ne ji hewa wêderê ye, ne ji xwarin û vexwarina wanderan e, ne jî xwezayî û malbatî ye. Lê porê kesên ji wê […]

YEK E

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off
Sûrî dibê îştîraqî Em in hevalê Sovyetî Dibê bimrê Emperyalî Kurd milet e heq jêr nîne Tirkên hov dibê Kurd nîne Dibên ew Tirkên berî ne Hovo tu kê dixapînî Ji xwe pê ve kê diçêrînî   Irak dibê va Kurd hene Hikmê zatî serbixwe ne Nîjadperest ev çi şer e Ji wer bêje hişkera […]

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0

Mamê me Karayilan vê carê xweş got

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off
Serokê Konseya Rêvebir a KCK mamê me Mûrad Karayilan, di derbarê bûyer û pêşketinên Rojavayê Kurdistanê de çend lotik avêtin û ji ajansa ANF re axivî. Cîgerim Karayilan vek gellek caran dîsa Kurdewarî fikirî û helwestek Kurdewarî, helwestek ji berjewendîya rêxistin û partîyan dûr danî. Di derbarê bûyerên Rojavayê Kurdistanê de mamê me Karayilan gotiye […]

Heta qûna xwe bernede çolê sebra wî nayê

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 1
Dibêjin „Terîya kûçik heft salan xistine qalib dîsa rast nebûye“. Îcar hinek meriv jî hene ji ya xwe nayên xwarê, çi xistibin serê xwe dixwazin wê pêk bînin. Meselen lotikvanê şût û rût Stephen Gough. Stephen Gough cil û bergan li xwe nake. Nikare di nav cil û bergan de bijî, cil û berg jê […]

Seloyê me dîsa lotikek ecêb avêt

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 3
Balkêş e, Kurdistanek serbixwe û yekgirtî ne di bîra tu siyasetmedarekî  BDP de ye. Îstîsna qaîdeyê xira nake, lê piranîya lotikvanên ku îro di rêveberîya BDP de cîh digrin, paraztina sînoran ji xwe re kirine armanc. Ji generalên Komara Qendîlê bigrin heta bi başçawîşên BDP dev ji siyaseta Kurdistanek serbixwe berdane û “Xweserîya Demokratîk” ku […]

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0

Koletî yan azadî ew di destê me de ye!

  • by
  • 6 Years ago
  • Comments Off
Di demên berê de pisporek hebûye, bi zanyarîya xwe bersiva gelek tiştan daye û bersivandiye. Mîrovekî jê tehamul nekiriye, xwe bi xwe sond xwariye û gotiye: „Ezê li hember civatê pirsek wisa jê bikim ku ew nikaribe bersivekê bide“. Hin kes bi meraq jê dipirsin: – Tê çi jê pirs bikî? -Ezê bêjim „di nav […]

Hezkirina Çemên Dîjle û Ferehatê (ferat

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Dîjle û Ferehat  herdu nav di dîroka Kurdan de cîhekî girîng digrin. Helbet ji bo Tirkîye jî ev çemana girîng in. Lê herdu tişt ji hevdû cûda ne . Gelo girîngîya çemên Dîjle û Ferehatê çi bûye? Herdu çem çawa ji hevdû hezdikin.? Bi rastî tiştekî jîyanî ye. Di Qurana Pîroz de jî qala du […]

Heyf! Ez pir xemgîn im!

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off
Di çalakîya Amedê de ku min bi xwe jî tişt jê fêhm nekir bê armanc çi bû, dêqehpikên tirko lingekî parlamentera me Pervîn Bûldanê brîn kirin û mîna leglega qop ew bi lingekî hiştin. Ji bo kewandina birîna xanimê sê-çar xiştikçîyên Amedê bi xêra dê û bavê xwe, bi lez û bez ew birin nexweşxaneyê. […]

Dermanê Kurmancî û nexweşîya Nûrî Çelîk

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 4
Xortê germik û nermik, kilê çavê keçên 70-80 salî, qerasê zilaman û bavê Xelîl û Alan nivîskarê me Nûrî Çelîk, hinekî nexweş e. Ev serê salekê ye doktor, profesor, cin û pîrebokên Swêdê nikarin teşhîsek aqilane ji nexweşîya wî re deynin, hem ew hem jî Nûrîyê me maye halekî heyirî. Hinek doktoran gotiye „4-5 gurçikên […]

Erê dinyayê, erê felekê xayînê, bêbextê erê…

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off
Erêêêêêê erê.. Ew jî demek bû. Li Sûrîyê, geh li ber behra Lezqîyê, geh li ber wêneyê Hafiz Esed, başqanê me Ocalan û mamê me Talabanî rojên xweş derbas dikirin. Lê feleka xayîn pişta xwe da başqan Ocalan û berê xwe da  mam Celal. Feleka xayîn başqanê me şand zindana Îmralîyê û mamo jî kir […]

Piştî pornoyê îcar strîptîz e

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Nadya Sulêman wek febrîqê ye maşelle. Xanimê 37 salî ye û bûye dayika 14 zarokan. Wek febrîqa zarokan e. Çar 4, pênc 5 zarokan bi hevre tîne xwedêhiştê. Û xwedîkirina wan zarokan? Aha ev pirsgirêkek bi serê xwe ye. Em nikarin du zarokan xwedî bikin, wê Nadya xanim çawa 14 zarokan xwedî bike hi? Çi […]

Jinên BDP serê xalê me Kaplan xwar!

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 3
Xalê me Hasîp Kaplan ji ber pitepita jinên BDP ji wekîltîya serokatîya grûpa BDP îstîfa kir. Li şûna wî wekîlê Bîngolê Îdrîs Balukan hat bicîhkirin. Roja Sêşembê li bajarê Mêrdînê civîna BDP çêbû. Di civînê de kiryarên sala par û polîtîkayên pêşerojê hatin nîqaşkirin, xeletî û şaşîtîyên wekîl û berdevkên partîyê di rûyên wan de […]

Nameya sersaxîyê di bêrîka mamo de ye

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Piştî ku mam Celal ji ber kujtina zavayê Beşarko Asif Şewket nameya sersaxîyê jê re şand, mamo di nav Kurdan de dilsarîyek mezin çêkir (wek ku hercar lotikên kesanedî davêje) û xwe di çavên Kurdên rojava de hinekî xist. Axir… Xwepêşanderên bajarê Amûdê daxwazekê ji mam Celal dikin ku peyamek sersaxîyê ji bo kujtina Beşar […]

HAY JI ROJÎYA XWE HEBIN,BILA BETAL NEBE !

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off
Kurdên me yên Sêwasî berê bi pişt gerandinê cacim difrotin. Gund bi gund, bajar bi bajar digerîyan, bi wî awayî debara xwe dikirin. Gelek serpêhatîyên wan yên balkêş hene. Yek ji wan jî ya hatîye serê  Osmano ye. Osmano û Hesen  meha remezanê bi rojî ne, diçin hêla Bêlecûkê navçeya Bozoyûkê caciman difroşin. Cacimên xwe […]

Mesrefa klîpek te li ser me xaltîka Gulê!

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 2
Li ser bextê rojnama BAS ê be, dibêjin xaltîka me Gulîstan Perwer hevpeyvînek qerase bi rojnama BAS re kiriye, çend lotikên kezebşewitî avêtine û hinek gilî û gazind jî kirine. Dîsa li ser bextê fitne û fesadên bajarê Duhokê be, dibêjin xaltîka me Gulîstan Perwer gotiye “ Pêwistîya min bi grûpek muzîkê ya taybet heye, […]

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0

QARÎŞA DEHAN

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 2
Di Sûrî de Kurd bê nifus in, dibên hûn biyanî ne, ne jî vî welatî ne Di dadgehan de dibên ”hûn birayê muslimîn in” nabêjin hûn Arî ne Wekî din di kar û suxul de ferq heye, ji Kurd re heq tunîne Qarîşa deh e, Ereb li sînor danîne Di nêta wan ehmeq û pîs […]

Tifaq nîşana azadî û serketinê ye

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 2
Bê tifaq û yekîtî Kurd nagihên cîhekî. Bê tifaq û yekîtî Kurd azad û serbixwe nabin. Tifaq û yekîtî stûna azadî, serketin û serfirazîyê ye. Dijberî, dijminatî û şerê brakujî heta îro Kurd têk birine, ji hev parçe û tarûmar kirine. Bûyerên li Kobanê girîngîya tifaq û yekîtîyê baş radixe ber çavan. Piştî helwestgirtina serok […]

Beşarko û qelşên çirvirî

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 1
Di zemanekî dûr û dirêj de, min çend mehan avdaniya pembo dikir. Xwedanê pembo jî, ewqas bextê wî reş bû, herroj, yan terempa bîrê xera dibû, yan jî mekîna li ser bîrê. Îca herdem pemboyê rebeno zor tî dibû û mişar jî dişeqşiqîn û qelşên wan ji devên maran û ji qelşên Enîsê (diya Beşarko) […]

Kekê me Arif rast got û xweş got

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 2
Serokê Partiya Serbixwe ya Kurdistanê Arif Bawecanî, serxwebûna Kurdistanê ji Kurdan re wek mafekî rewa dibîne û dibêje: “Heta ev pirsa giring paşve bê xistin, emê di asta cîhanê de paşve bikevin.” Kekê me Bawecanî hefsarê hespê xwe û daxuyand: “Rewşa her çar parçeyên Kurdistanê ji ber rewşa dewletên dagîrker cudaye. Nabe başûrê Kurdistanê li […]

Ne xelata Nobelê be em qebûl nakin

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off
Partiya Komunîst a Afrîka Başûr (SACP) xelatek taybet da başqanê me Abdullah Ocalan û kêfa me anî. SACP başqanê me wek sembola „têkoşîna azadiya Kurdan“ nas dike û ji bo vê jî başqanê me xelat kiriye û lotikek avêtiye. Ev xelata qerase di 13’emîn Kongreya Neteweyî ya SACP’ê ya li Ongo ya bajarê Kwazûlû yê […]

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 4
Me lîsteya hinek navên Tirkî ji „Daîra Nifûsê ya Şaredarîya Stenbolê“ dizîn û em vê lîsteyê  pêşkêşî we dikin. Lê ez qurbana we bim nekenin. Heke hûn bikenin jî bi xwe de nemîzin.. Şeyîme Gundogdû Coşqûn Aptal Emel Yalak Vahît Donek Ramazan Şapşal Îsmaîl Dumbelek Nasir Firildaq Gurban Yalama Ahmet Alî  Emîcî Ayşe Bacakarasi Yusuf […]

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 2

Kî dibê wekhevî tune?

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 2
Xaltîka me Prof. Dr. Buşra Ersanli, ji ber doza KCK-ê 255 rojan di girtîgehê de ma û pêr tevî 15 kesan hat tehliyekirin. Xaltîka me Buşra xanim daxuyanîyek da rojnama Taraf û çend lotikên rast avêtin. Buşra Ersanli di nirxandinên xwe de bal kişand ser „wekhevîya Kurd û Tirkan“ û got: “ Binerin cîgerim, li […]

Polîsên Tirko li Amedê hat xezebê

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 1
Di mitînga BDP a Amedê de qiyamet rabû. Polîsên dewleta AKP û Fethûllah Gulen xoce efendîlerî, bi çavsorî êrîşî xwepêşangeran kirin û gellek Kurd brîndar kirin, xwîna wan rêtin. Bi taybet wekîlên BDP lotikên mezin xwarin û ketin ber xezeba polîsên dewleta AKP. Bi vê êrîşê carek din eşkere bû ku dewleta Kasimpaşalî Receb du […]

XALÊ MÎRO DERKET HOLÊ, LI SER XÊRÊ BE

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off
lLi ser bextê fitne û fesadên  televizyona Haberturkê be,  xalê me Mîr Dengir Firat di bernamê de lotikên Kurdewarî avêtiye. Bajo Xalê Mîr bajoooo, hol fireye ji hespa te re! Xalê Mîro gotîye “ Yên Leyla xanê rexne dikin ne wan û ne jî zarokên wan  bi qasî wê êş ne kişandine. Leyla xan bi […]

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0

Bijî yekîtî, bimre şerê brakujî!

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 3
Çi hatibe serê Kurdan ji ber şerê brakujîyê hatiye serê wan. Yekîtî û tifaq stûna serketin û serfirazîyê ye, pêşeroja azadî û serxwebûnê ye. Serok Barzanî wek her car dîsa mezinatîya xwe nîşan da û partîyên Kurdên Sûrî anîn ba hev û li ser çend xalên girîng li hev kirin. Evê tifaqê kêfa me pir […]

Hikûmeta Kurdistanê çend lotikên pîroz avêtin

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Hikûmeta Kurdistanê di civîna xwe ya dawîn de çend lotikên pîroz avêtin û qiyamet rakir. Di civîna dawîn de ev biryar hatine girtin, ev lotik hatine avêtin gelî xwendevanan. 1. Damezrandina fermangeha koordînasyon û şopandina karûbarên hikûmetê. Ev femangeh wê yek ji pêkhatên serokatiya hikûmeta Kurdistanê be û dîrekt girêdayî serokê hikûmetê be. Wê ev […]

47 salîya Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
47 sal berê, roja 11 ê Tîrmeyê, li Diyarbekir, rojek xweş, rojek vekirî û rojek geş… Germa Diyarbekir ya havînê; dilê me 5 kesan ji bona azadî û otonomiya welatê me yê bindest, Kurdistana birîndar germ kiribû. Em bawer bûn ku emê di wê rojê de, li ser wê axa pîroz gavek dîrokî bavêjin ku […]

Ez doh derbasî Kurdistana paltalkê bûm

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 3
 Min dît hîn wek berê karê betala dikin û qala yekîtiya di navbera PYD, Encûmana Niştmanî û Encûmana Gel ya Rojavayê Kurdistan dikin. Hinek dibêjin naçe serî hinek dibêjin çima li hev kirin û hinek jî hêrs bûne ku partiyên me li hev kirine. Kurê tirê ma we berê nedigot çima partiyên me nabin yek! […]

Heke bê erê, 13 milyon dolar dikeve bêrîka wê

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 1
Van jinên sînemayê kêf kiriye ellahwekîl. Devê xezîneyên Hollywoodê ji wan re vekirîye û pare bi ser wan de dirijin. Jinek Hollywoodê nebû qismetê me kuro, hooweh! Star a Hollywoodê, lotikvana germik û nermik, bedewa germ û sincirî Scarlet Johansson, heke qebûl bike, wê ji bo fîlmê „Avenger 2“ 13 milyon dolar bistîne. Ew jî […]

Chrîs Hughes bû bûk, kilîlîlîlîlîlîî!

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 2
Yek ji damezrênerên FACEBOOK ê Chrîs Hughes, li New York ê bi hevalê xwe Sean Eldrîdge re zewicî û bû bûk. Erê lo, êdî qûnektî û zewaca bi xiyaran re bûye mode law. Chrîs Hughes, bi 5 milyon dolar xanîyek kirî û wê zewaca xwe di wî xanîyê 5 milyon dolar de bidomîne, wê têra […]

Dixwaze pîzza ji serok Barzanî re çêke

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 1
Li ser bextê lotikvanên rojnama Rûdaw be, dibêjin xortê Farqînî, pîzzacîyê pîzzacîyan, mîrê hevîr, sos û penîrê pîzzayê kekê me Hakki Akdenîz, sê caran bûye şampiyonê pîzza yê cîhanê û 8 caran jî bûye şampiyonê Ewrûpayê. Dibêjin kekê me Akdenîz hevîrê pîzzayê 100 metroyî difirîne ezmanan, li ezmanan sosê lê dike, penîr davêje ser sosê […]

HETA TE GOT HA

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off
Camêrek diçe leşkerîyê. Ji bo betilîna salane vedigere malê, lê haya kesî jê nîne û tirêna wî jî direngî şevê tê bajêr, heta digehe malê seet dibe diduyê şevê. Ew jî ji ber ku oda jina xwe dizane , bêyî ku kesî hişyar bike, hêdîka diçe oda wê dinere jinikek razaye, destê xwe dihejîne dibê: […]

SİTRATEJİYA NÛ: HETA Bİ MİRİNÊ ŞER!!!

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off
Guman tê de tune, Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan, mezin dilîze û çav berdaye serokatîya Rojhilata Navîn. Bi siyaset û helwesta xwe heta bi ciyekî jî xwe da qebûlkirin. Siyaseta Tirk-îslam û xeyala Împaratorîya Osmanî da ber xwe. Ji bo bigihê armanca xwe, astenga herî mezin a li pêşîya xwe pirsa Kurd didît. Ji ber […]

Em vê lotikê pîroz dikin

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 4
Şikir ji xwedayê mezin re, êdî Konseya Ewlekarîya Netewî ya Kurdistanê jî ava bû û serê me gîha ber perê ezmanan. Di 08.07.2012an de Konseya Ewlekarîya Netewî ya Kurdistanê (çawa ku Tirk dibêjin Mîllî Guvenlîk Kurulu) ji alî serok Barzanî ve hat êlankirin. Kekê me Mesrûr Barzanî wek „Misteşarê KENK“ê û kekê me Xesro Gul […]

Bê şirove

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 3

Xalê me Sirri vê carê bû pizot û agir

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 4
Wekîlê BDP xalê me Sirri Sakik, vê carê topa qiyametê teqand û navek din bi dû xwe xist. Sirri Sakik, di kongreya partîya xwe ya bajarê Manîsayê de axavtinek qerase kir û çend lotikên xweş û geş avêtin. Sakik di lotika xwe de germ bû, sincirî û got: “Heta Kurd azad nebin, ger bedelê vê […]

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Page 1 of 212 »