Jinên BDP serê xalê me Kaplan xwar!

Xalê me Hasîp Kaplan ji ber pitepita jinên BDP ji wekîltîya serokatîya grûpa BDP îstîfa kir. Li şûna wî wekîlê Bîngolê Îdrîs Balukan hat bicîhkirin.

Roja Sêşembê li bajarê Mêrdînê civîna BDP çêbû. Di civînê de kiryarên sala par û polîtîkayên pêşerojê hatin nîqaşkirin, xeletî û şaşîtîyên wekîl û berdevkên partîyê di rûyên wan de hatin gotin, civîn wek tenûra gund germ û sincirî.


Li gora ku sîxurên me ji nava BDP ragihandine, dibêjin wekîlên jin ên BDP, di civînê de bi nikilan bi nav serê xalê me Hasîp Kaplan ketine, çend ta porê ku mabûn jî weşandine û bi tundî çûne ser wî, ew rexne kirine. Dibêjin xalê me Kaplan hew debar kiriye, ji „pitepita“ jinên BDP re gotiye „Êdî bes e“ û dev ji erka „wekîltîya serokatîya grûpa partîyê“ berdaye û salon terk kiriye.

Ez serê we neêşînim, xalê me Hasîp Kaplan êdî ne wekîlê serokatîya grûpa BDP ye gelî xwendevanan. Yanî terfîyên wî jê hatine stendin û ji „çawîştîyê“ bûye „onbaşî“.

Ê de derbasbûyî be xalê Hasîp!

Enqere

About The Author

3 thoughts on “Jinên BDP serê xalê me Kaplan xwar!

  1. Jinên BDP yî qenc û xweş kirine îcar dora mêra ye bila ew jî tolê bi çûyîna Aysela ataturkperest hilînin çi xweş dibe 🙂

  2. Ere oglum pitèpita mùtripèn trakya ba§è.bo pitèpita jinen kùrdan ne ba§è?Cem ù cem bicit xwuda bela xwu bo te bidit.Ez li ser ala tirkanda bimizim.

  3. Kaplan, di meclîsê de maşellah boxê kel e. Kengî, çi wextî, li kûderê yê banzde ser kî ne dîyar e. Xîyarê kek Kaplan sax be, bila her tim bixe qûna mebûsên Tirko.

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.