Piştî pornoyê îcar strîptîz e

Nadya Sulêman wek febrîqê ye maşelle. Xanimê 37 salî ye û bûye dayika 14 zarokan. Wek febrîqa zarokan e. Çar 4, pênc 5 zarokan bi hevre tîne xwedêhiştê.

Û xwedîkirina wan zarokan?

Aha ev pirsgirêkek bi serê xwe ye. Em nikarin du zarokan xwedî bikin, wê Nadya xanim çawa 14 zarokan xwedî bike hi?

Çi dimîne?

Yan wê xwe bifroşe, yan wê di flîmên pornoyê de bilîze, yan jî filan û fîstan…

Nadya Sulêman, ji bo xwedîkirina 14 zarokên xwe dest avêt flîmên pornoyê (seksê) û xwe xist bin xiyarên xelkê. Ê helbet gava meriv mecbûr bimîne, bê mecal û bê derfet bimîne, çi li pêşîma meriv be meriv wê dike. Nadya xanimê jî xwe bi pornoyê girt û xwest bi xêra xiyarên xelkê zikê zarokên xwe têr bike.

Û niha, piştî pornoyê?

Niha jî dest avêtiye „strîptîz“ ê. Ango, di bar û meyxaneyan de li pêşberî mêvanan dans û reqsa seksî dike, xwe şût û rût dike û dilê mêvanan xweş dike, terikê wan har dike.

Ez serê we neêşînim, xwedayê mezin kesekî neheyirîne.

Go xwedê kesek heyirand û serî lê gerand zehmet e wesselam..

Dallas

About The Author