P. Kemal
KUK çî yên xwelîliser tenê man
Devliken Kelogirî
Nêçîra Masîyan!
B. Ronahî
EZ HESPÊ XWE LI KÎDERÊ GIRÊDIM
L. Şêxo
Betato û şeytan
A. Dûran
DEMA ÇANDINÎYÊ
B. Qendilê
Newroz çiye ? Newroz kî ye ?
R. Kal
PÎÎÎ EV APO NE JI ME YE !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Bi „fîftî fîftî“ ne bûn şêx û ne bûn miftî
ARŞÎV | TÊKILÎ

Polîsên Tirko li Amedê hat xezebê


Pişo Mihemed

Di mitînga BDP a Amedê de qiyamet rabû. Polîsên dewleta AKP û Fethûllah Gulen xoce efendîlerî, bi çavsorî êrîşî xwepêşangeran kirin û gellek Kurd brîndar kirin, xwîna wan rêtin. Bi taybet wekîlên BDP lotikên mezin xwarin û ketin ber xezeba polîsên dewleta AKP.

Bi vê êrîşê carek din eşkere bû ku dewleta Kasimpaşalî Receb du alî dilîze, wek polîsê qenc û polîsê xirab bi Kurdan dilîze. Kasimpaşalî yê ku dixwaze bi çend gav û lotikên piçûk çavê Kurdan biseyîne û wan koro-moro bike, rê nade ku Kurd karibin di qada siyaseta legal de xwe îfade bikin û çalakîyên xwe bikin.

Werhasilî kelam, xwedayê mezin gotiye “Kufir dom dike lê zilm dom nake”. Helbet wê rojek ji rojan dagîrkerên Kurdistnê di bin stûnên zilma xwe de biperçiqin û wê Kurd jî serbest, azad û serbixwe bijîn.

De xwedê ji zaliman re nehêle rebbî…

Amed

Yek şirove heye - “Polîsên Tirko li Amedê hat xezebê”

  1. Bi tundî şermezar dikim, çawa qêmîşî xaltikên me yê sererd kirin wey tifûûû li we û heftê heft bavê we be !

Şirove bike

*