Kî dibê wekhevî tune?

Xaltîka me Prof. Dr. Buşra Ersanli, ji ber doza KCK-ê 255 rojan di girtîgehê de ma û pêr tevî 15 kesan hat tehliyekirin. Xaltîka me Buşra xanim daxuyanîyek da rojnama Taraf û çend lotikên rast avêtin.

Buşra Ersanli di nirxandinên xwe de bal kişand ser „wekhevîya Kurd û Tirkan“ û got: “ Binerin cîgerim, li derve wekhevîya me û Kurdan pêk nehat, lê qada girtîgehê bû qada wekhevîya me. Tenê di girtîgehê de Kurd û Tirk wek hev in“ û gotinek rast û dirust got.

Birastî lo, gelo heta îro kesekî gotinek wilo rast û di cîh de anîye zimên?

Qaşo Kurd û Tirk wek hev in, goşt û nenûk in, bra ne.

Lê li ku?

Di girtîgehan de, di zindan û êşkencexanan de.

Wekî din fasafîso ye, bratî û wekhevîya Kurd û Tirkan çîrok e, çîvanok e. Heçê dibêje li Tirkiyê Kurd û Tirk bra ne û wek hev in, gûyê xaltîka me Buşra xanimê dixwe û xilas…

Stenbol

 

 

About The Author

2 thoughts on “Kî dibê wekhevî tune?

  1. ma hun nu hînbun bavo… em xwulamê bavê wan e. çi karekî nebaş hebe em dikin li vî welatî… xizanî başnavê me kurda ye … wek toqê naletî ketîyey stuyê me… kalê min di go di van rewşade „Qê xwudê xirakîrîye“

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.