Sirûda Neteweyî û Ebdilmecîd Settar

saliho Sirûd ango Merşa Neteweyî; nîşaneya helwesta niştimanperweriyê ye. herçî niştimanperwerî ye, sembola azadî û hêza welatekî ye. Sirûda Neteweyî ne sirûdeke asayî ye û li dikanên kilam, stran û goraniyên kûçe û kolanan nayên firotin!

Çendek berê li Hewlêra paytexta Kurdistana Federe civîn û merasîmek pêk hat. Li gorî çapemeniya kurd, civîn û merasim bi armanca 35-emîn ‘Salvegera Şoreşa Îranê’ li dar ketibû. Li gorî dengûbas û xeberên radyo, TV û rojnameyan, di civînê de Sirûda Neteweyî Ey Reqîb hatiye xwendin, lê payeberzekî ji partiyeke kurdên îslamî di dema xwendina sirûdê de ranebûye ser piyan. Hûn li vê ecêb û sosreta giran binerin ku heman kesê bi navê Ebdilmecîd Settarê ku yek ji serkirdeyên Komela Îslamî Ya Kurdistanê ye, di heman merasîmê de dema Merşa Neteweyî Ya Îranê tê xwendin bi hurmeteke mezin radibe ser piyan…

Ev ji çi tê hûn dizanin?

Yek; ji kêmbûna welatperwerî û niştimanperweriya me tê.

Dudu; ji heyranîbûn û qurbanîbûna desthilatdarên me tê ku bi sedanê salan em di bin nîrê wan de ne.

Ev şermek e mezin.

Kerem bikin em civîna xwe bibin Tehrana paytexta Îranê. Li wê derê bila li ser rizgariya herêmeke kurdan an jî li ser edebiyat û hunera kurdan civînek li dar bikeve. Di civînê de Merşa Neteweyî Ya Îranê û Merşa Neteweyî Ya Kurd ‘Ey Reqîb’ bê xwendin. Jixwe ez bawer nakim Ey Reqîb bê xwendin, lê heke em bibêjin her du marş hatin xwendin. Kurdekî li wir di xwendina Ey Reqîb de rabû ser piyan û di Merşa Neteweyî Ya Îranê de ranebû û wekî helwesta protestoyî rûnişt. Gelo hûn difikirin wê çi bibe? Nefikirin baştir e! Ji ber ku ew kurd, wê cara duyemîn malbata xwe nebine.

Hûn vê yekê nikarin li Bexda û Enqerê jî bikin. Lê em kurd dikarin bi hêsanî û bêyî ku em ji sedhezaran cangorî, qurbanî û enfaliyên xwe şerm û fedî bikin, li bajarekî xwe yê navendî vê sosret û ecêba giran bikin.

Li gorî camêr rêzikên ‘Dîn îman û ayînman, her niştîman’ ne şerhî ye û di hevokê de li dijî Xwedê û Îslamê bêhurmetî heye. De veca werin meselê safî bikin! Ez dikarim sond bixwim ku piraniya ji xelkên Kurdistanê, çiqas nebe, bi qasî Ebdilmecîd Settar misilman in. Lê Ey Reqîba xwe jî bi serê xwe nadin. Veca Merşa me ne tenê merşa kurdên misilman e. Ew bi qasî ku merşa kurdên misilman e, merşa kurdên êzîdî û cihû û mesîhiyên Kurdistanê ye jî.

Wekî her neteweyî, mafê her kurdekî jî heye ku derbarê Merşa Neteweyî de xwedî gotin be. Dikare doza veguherandina hinek xalan û tevahiya sirûdê jî bike. Ev mafekî rewa û demokratik e. Lê daxwazeke wiha beriya her tiştî divê li gorî şêwaz û nirxên neteweyî bê kirin. Dema daxwazeke wiha bê kirin jî, helbet divê armanc rêkûpêkirin û başkirin be; ne ku rûxandin û xerabkirina nirxên niştimanî be.

Hêviya min ji Ebdilmecîd Settar ev e; heke nexwendibe bila carekê bikeve nava rûpelên kitêban û serpêhatî û jiyana Dildarê danerê Ey Reqîb bixwîne. Heke hewcedarî bi van hevokên min nade, bila dêhn û bala xwe bide van hevokên min.

Birêz Settar Dildar ango Yûnis Raûfê ku bes 30 salan jiyan kir, merşeke ku 300 hezar car ji temenê xwe mezintir diyariyê nifşê beriya me, nifşê me û nifşên piştî me kir. Divê bînim bîra Evdilmecîd Settar ku Dildarê ‘delalê ber dile me’, dema hê 20 salî bû, di zindan û bendîxaneyekê de ev sirûd diyariyê me kir ku yek ji nimûneyên herî mezin ê niştimanperweriyê di nava xwe de dihewîne.

Gelo birêz Settar dizane ku Dildarê me Ey Reqîba me li ku nivîsiye?

Ez bibêjim; li girtîgeh ango zindaneke Eyaleta Kurdistana Îranê. Ew Îrana ku Settar li ber sirûda wê radibe ser piyan, lê li ber sirûda xwe ya neteweyî rûdine…

Rûdaw

About The Author