Ne xelata Nobelê be em qebûl nakin

Partiya Komunîst a Afrîka Başûr (SACP) xelatek taybet da başqanê me Abdullah Ocalan û kêfa me anî. SACP başqanê me wek sembola „têkoşîna azadiya Kurdan“ nas dike û ji bo vê jî başqanê me xelat kiriye û lotikek avêtiye.

Ev xelata qerase di 13’emîn Kongreya Neteweyî ya SACP’ê ya li Ongo ya bajarê Kwazûlû yê Eyaleta Natalê hat dayîn. Sekreterê Giştî yê SACP’ê Blade Nzimande lotikek avêt û ji bo Ocalan got; “Şervanek şoreşger ê enternasyonal û sembola têkoşîna azadiya Kurdan e. Girtiyek siyasî ye, bi awayek zalimane di bin şert û mercên giran de di girtîgeha Tirk de tê girtin. Têkoşîna wî ya li hemberî emperyalîzm û mêtîngeriyê, roniya rêya aştî, demokrasî û sosyalîzmê ya gelên Rojhilata Navîn e” filan û bêvan.

Başqanê Kurdên dinya û axretê sayin Ocalan, di sala 2010an de jî “Xelata Aştiyê ya Navneteweyî”  ji Komîteya Çalakîyên Gazîyên Têkoşîna Efrîkaya Başûr (SVAC)“ wergirtibû.

Ecêb e, başqanê me xelatan tenê ji dezgehên Afrîka Başûr distîne.

Na na, bi namûs em qebûl nakin! Em vê xelatê hindik dibînin baba!

Ji îro û pê de ne „Xelata Nobel“ ê be em qebûl nakin, wî!

Law ma başqanê me wek „Şêrko Bêkes“ jî nayê heyran?

Ma başqanê me wek „Orhan Pamûk“ jî nayê cîgerim?

Ma Şêrko Bêkes û Orhan Pamûk ji başqanê me zêdetir pirtûk nivîsandine?

Na na, sedî sed ev „Komîta Xelata Nobel“ ê dilxwazî û meyildarîyê dike ellawekîl.

Axir, xelata başqanê me pîroz û bimbarek be rebbî…

Înşele xelata „Nobel“ ê jî nêzîk e û ne dûr e…

Afrîka

About The Author